20 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwediyên pêvajoyê?

Çeka erênî ya herî bi hêz, ketiye destê hemû hêzên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrat, divê xwe li hêviya tu kesan û hêzan ranegire, nexasim xwe li bende xêra wan kesên di nava AKPê de yên dijî vê pêvajoyê ne, nehêlin.

Heke yekser were gotin, xwediyê vê pêvajoyê Tevgêra Azadiya Kurdistanê û dewleta Tirk e. Ka em hîn şênber bikin, aliyê yekê Tevgêra Azadiyê ye; PKK ye, em hîn jî zelaltir bikin Rêber Apo ye.

Aliyê din jî dewleta Tirk e; MHP ye, hîn zelaltir Devlet Bahçelî ye. Ev tê wateya ku barê giran li ser her du xwediyên pêvajoyê ne, di heman demê de pêşeng û rêveberên pêvajoyê jî ew in.

Bêgûman şopdar, aligîr û dostên van partiyan û pêşengan jî gelek in. Li aliyê PKKê DEM û hwd. Li aliyê MHPê AKP û hwd. Li ser vê pêvajoyê nêrîn û helwesta herî balkêş û herwiha aliyê wê yê ku ji pêvajoyên din cudatir ev e: hema hema tu hêz û tevgêrên bingehîn ên mezin neman ku destek nedan û piştgrî nedan; ji NY heta YE, DYA, Rûsya û hwd. Hem dewletên mezin hem partî û rêxistinên navdar, piştgriya xwe ji vê pêvajoyê re nîşan dan.

Sedemên vê desteka berfireh û mezin, ji şert û mercên herêmê û cîhanê yên reel (rast) ên objektif tê. Tê zanîn ku di siyaseta cîhanî û herêmî de xetimandinek giran heye û lewma cîhan ketiya nava şerekî cîhanî yê sêyemîn.

Lê weke li ber çavan e di şerê cîhanî de jî xetimandin heye. Li Ukraynayê, li Xezayê, li Sûriyeyê, li Pakistan-Hindistan, Îranê û hwd. hema hema li hemû dewletan pergala rêveberiyên wan dilerizin-dihejin, lewma di heman demê de her alî li rê û dirbeyên çareseriyê jî digerin.

Ji vanan dewletên di rêza yekê de ne; piştî Sûriyeyê, niha Îran û Tirkiye ne. Amerîka ji bo berjewendiyên xwe û Îsrailê, hewl dide ku Tirkiyeyê bajo ser Îranê. Ev pêvajoya niha mijara gotarê ye jî parçeyek ji vê projeyê ye. Şîroveya vê pêvajoyê ev e; partiya xwediyê dewletê MHP ye, ne AKP ye.

MHP, xwediyê dewletê ye û niha di vê pêvajoyê de jî nûnertiya dewleta Tirk dike û dewleta xwe diparêze.

AKP, derdê wê ne dewlet e û dewletê naparêze, derdê wê desthilatiya wê ye û niha bi lez hewcedarî derxistina zagona temendirêjiyê ye.  Ev tê wateya ku tenê nûnertiya desthilatî û berjewendiya kesayetî û komek biçûk a dewlemandan dike.

Aliyê PKKê, berjewendiyên gelê Kurdistanê diparêze, nûnertiya gelê xwe dike û di pêvajoyê de çi ketiye ser milê wê û Rêberê wê, di dema herî zû de, bêqisûr pêkanîne.

Tê zanîn, hema li pey banga 27ê Sibatê ya Rêber Apo ya “Banga Aştî û  Civaka Demokratîk”, PKKê bêrawestan di cih de bersîva erênî da û pêşî agirbest ragihand, hema li pey wê kongreya xwe ya 12mîn lidarxist û li gor pêvajoyê biryar stand û weşand.

Her wiha, mirov dikare bêje Devlet Bahçeli jî, li gor gotinê xwe yê despêkê meşiya û zêde ji çarçova gotinên xwe derneketiye. Lê AKP gelek sar e, hem di gotinên xwe de bêdiliya xwe dide diyar kirin û hem di kiryarî de bersivên erênî nade pêvajoyê.

Yek mînaka balkêş, di pakêta wan ya ku di 4ê hezîrana 2025an de di perlementoyê de pejirandin de, tu mijareke erênî ya girîng û li gor çarçoveya pêvajoyê nîne!

Bêgûman ji ber ku erka dewletê hemû di destê wan de ye, pêşî bersiva erênî ji wan tê xwestin û diviya pêşiyê şert û mercên Rêber Apo asayî bikirana, da ku karibe bi hêsanî û bi berhemdarî pêşengiyê ji pêvajoyê re bike û bi lez bide meşandin.

Ev, bi bingehîn çarçova rewşa her du aliyên pêşeng û rêveber ên vê pêvajoyê bû. Lê, weke Rêber Apo gelek caran dubare dibêje, divê alîgirên aştiyê û demokrasiyê xwe li hêviya helwestên baş ên aliyê din û bi taybetî xwe li benda xêrxwaziya AKPê ranegirin.

Ji ber ku bi vê banga Rêber Apo re, çeka neyînî ya şerxwaziyê ji destê neyaran û xêrnexwazan hat standin; hema mirov bêje ew bêçek man e û ji naçarî ketine nava pêvajoyeke wisa, ne şaş e!

Lewma divê alîgirên azadiyê, aştî û demokrasiyê bi hemû hêz û moralê bilind dakevin qadan û xwe bigihênin her xanî û her kesî.

Ji ber ku çeka erênî ya herî bi hêz, ketiye destê hemû hêzên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrat, divê xwe li hêviya tu kesan û hêzan ranegirin, nexasim xwe li benda xêra wan kesên di nava AKPê de yên dijî vê pêvajoyê ne, nehêlin.

Êdî divê her kes, hêz, tevger û hwd. yên aligirên aştî, aramî, wekhevî û jiyana hevpar a azad in, divê zend û bendên xwe badin, erk û peywira civakî hildin ser milên xwe û derkevin kûçe, kolan, bajar, gund, deşt, çiya û her cihên ku mirov lê dijîn, bi hemû hêza xwe, mirovperweriya vê pêvajoyê ji wan re şîrove bikin, bi wan bidin naskirin, wan serwext û bi rêxistin bikin, da ku gel û civak bi giranî bibin xwediyê vê pêvajoya xwe ya hêja û pîroz.

Wê wextê, bi dilekî aram û xweşdivî dikare were gotin: Bi hev re jiyana azad, li me û mirovahiyê pîroz be!