12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mafê her kesî heye biçe Îmraliyê

Divê her kes karibe bi Ocalan re hevdîtinê bike. Jin, karmend, karker, esnaf, hunermend, rojnameger, kal, pîr û her kes xwedî maf e ku bi Ocalan re hevdîtinê bike.”

Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), ji bo astengiyên li pêş azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne rakirin û karibe rola xwe bilîze, bi navê ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ kampanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya hevdîtinê de wê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bidin. Heta niha gelek sazî û kes beşdarî kampanyayê bûn û xwestin biçin Îmraliyê. Akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas, rûspî, parêzvanên mafên mirovan, aktivîst û kesên ji beşên cuda ên raya giştî ya navneteweyî serlêdanên fermî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê didin. Endama sazumankar a Koordînasyona EFFPê  Antropolog û Civaknas Prof. Dr. H. Neşe Ozgen, têkildarî armanca kampanyayê nirxandin kir.

Prof. Dr. H. Neşe Ozgenê anî ziman ku EFFP di sala 2018an de li gelek welatên Ewropayê xwe bi rêxistin kiriye û got: “EFFP, li dîasporayê polîtîkayên nû pêş dixe. Wekî platforma sîwanê ye. Di bin vê sîwanê de nêzî 300 vakif, komele, înîsiyatif hwd. ên muxalif hene. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, xwendekar û rojnaemger ên koçber bûne hene. Ev sîwan hewl dide li hemû qadên ku lê dijîn siyaseta aştî, azadî û demokrasiyê pêş bixin. Li ser teorîya demokratîk, polîtîk ekolojik û azadiya jinê politikaya nû ya diasporê dike armanc. Niha jî kampanya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinêbikim” #VisitOcalan yek ji vê xebatê ye.”

Neşe Ozgen li ser xebatên amadekariya vê kampanyayê jî rawestiya û got: “Piştî muzakereyan dest pê kir, me bi komên cuda û bi pêkhateyên xwe yên hundirîn vê serdema nû û fikrên xwe niqaş dikin. Me di civînan de pirsa ‘Ji bo aştî û demokrasiyê em dikarin çi bikin?’ niqaş kir. Me konferans û civîn pêk anîn.”

Neşe Ozgenê da zanîn ku pirsa ‘Bêyî em bi Ocalan re hevdîtinê bikin em çawa dikarin agahiya rast bi dest bixin?” di van civînan de şekil girt û wiha axivî: “Desthilat her tim agahiyan berovajî dike û qirêj dike. Di rewşeke wisa de hemû kesên alîgirên aştî û çareseriyê divê azad fikrên xwe bînin ziman. Ocalan, rêberê sazumankar ê PKKê ye. Alîgirê aştiyê ye. Em dixwazin gotinên wî yên ji bo aştiyê ji devê wî guhdar bikin. Ji bo vîna azad gotinên Ocalan pêwist e. Wekî kesên alîgirê aştiyê mafê me yê hevdîtinê heye ku em vê daxwazê bikin. Me got ‘Eger wî ji girtîgehê dernaxin û deng û azadiya wî bi sînor dikin, wê demê bila bihêlin em biçin hevdîtina wî. Siyasetmedarên desthilatê û îstîxbarat, tev li hevdîtinan dibin û agahiyên şaş parve dikin. Mafê agahîgirtinê berovajî dikin û agahiyên şaş belav dikin. Wê demê çima em agahiyê raste rast ji çavkaniya esasî negirin?”

Divê her kes karibe biçe

Neşe Ozgen li ser pêşwazîkirina kampanyayê jî rawestiya û got: “Kanpanya ne xebateke çend rojan e. Me nexwest wekî tofana #hastagê bibînin. Ev xebateke demdirêj û pir alî ye. Berî her tiştî em dixwazin vê mijarê niqaş  bikin û meseleyê bidin famkirin. Em dixwazin her kes fikrên xwe bînin ziman. Ên dixwazin divê karibin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Em ê havînê xwe bigînin derdorên cuda û fikrên wan bigirin. Yên dixwazin bila biçin raste rast serî li Wezareta Dadê bidin. Em dixwazin hewayeke siyasî jî ava bikin. Divê her kes karibe hevdîtinê bike. Dayikek ku dibêje ‘Kurê min di şer de mir, mafê we tune’, Xwendekareke/î ku dibêje ‘Ez ê sparteka xwe ya xelaskirinê li ser vê meseleyê çekim’, esnafekî ku dibêje ‘Ev mirovekî çawa ye, ez dixwazin wî nas bikim’ û xwendekarê lîsansê yê dibêje “Ez dixwazim teza xwe li ser aştiyê bikim.’ û karmendek, jineke li malê û karsaz, her kes xwedî maf e ku bi Ocalan re hevdîtinê bike.” Ev kampanyayeke navneteweyî ye. Bi 7 zimanan ev kampanya tê meşandin. Hefteyek e dest pê kiriye, lê tevlêbûn gelek zêdeye. Meraqeke pir zêde heye. Saziyên pir neteweyî yên wekî European Left, The Left in the European Parliement her wiha saziya karkeran a Îtalyayê COBAS, Grand Council, BastA!, pêkhateyên anti-mafia caravan û Arci- Associazione Ricreativa Culturale Italiana. Bi daxwaznameyan serlêdan kirin. Em kampanyayê mezin dikin. Dikarin ji vê lînga webê kampanyayê bişopînin: https://forumforpeace.eu/visitocalan/

Neşe Ozgenê anî ziman ku EFFP dê siberojê bi civînên neteweyî û navneteweyî kampanyayê xurt bike û got: “Em ê bi konferansan û niqaşên demokrasiyê pêş bikevin. Em bang li her kesî dikin ku bixwazin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Em dibêjin ‘Hûn cara ewil dixwazin ji Ocalan çi bipirsin?”