18 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ev ne fen be ev çi ben e!

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bêhelwestiya dewleta Tirk a li hember banga Rêber Apo, di qada navneteweyî de weke nîşana nebûna vîzyoneke çareseriyê û berdewamkirina polîtîkayên ewlehiyê tê nirxandin. Ev hem baweriya gelê Kurd bi dewletê kêm dike, hem jî di qada navneteweyî de nîşan dide ku Tirkiye ji bo pêşxistina atşî û demokrastiyê ne amade ye.

Banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li seranserî herême rê li ber pêşveçûnên nû vekir. Bi bangê re PKKê kongreya xwe ya 12yan kom kir. Di vê kongreyê de biryarên dîrokî yên weke fesixkirina partiyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hatin wergirtin. Rojnameya Serxwebûn ku weşana fermî ya PKKê bû di hejmara xwe ya dawî de perspektîfa Rêber Apo ya ji kongreyê re şandiye û biryarên di kongreyê de hatine girtin bi berfirehî weşandin. Li gel biryaran Rapora Komîteya Navendî ya PKKê ku pêşkeşî kongreyê kiribû hat weşandin. Hem di perspektîfên Rêber Apo yên ji bo kongreyê de hem jî di rapora komîteyê de tespîtên giring hebûn. Bêguman di van tespîtan de sedema biryarên kongreyê û pêvajoya bi înîstiyatîfa Rêber Apo pêş dikeve baştir  tên famkirin.

Tevî banga Rêber Apo û biryarên kongreya PKKê jî mirov dikare bêje ji aliyê deshilat û dewleta Tirk ve heya niha gavên têrker û pêbawer nehatine avêtin. Pêwîst bû ku heya niha di warê qanûnî  de hin guhertin bikrana lê ji ber dewleta Tirk pirsa Kurd ne weke pirsgirêkek siyasî an civakî, weke pirsgirêkeke ewlehiyê dibîne di mijara avêtina gavan de bêdil dimîne.

Ev nêzikatî rê li ber diyalogê digire û dibe sedem ku dewlet li şûna gavên çareseriyê biavêje, polîtîkayên leşkerî û tecrîdê bidomîne. Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û başnekirina rewşa Rêber Apo ku bikaribe di şertên azad û rehet de bixebite mirov dikare bi vê îzah bike.

Tevî banga Rêber Apo, dewleta Tirk tu daxuyaniyeke zelal a li ser çareseriya pirsa Kurd nedaye. Ev bêhelwestî nîşan dide ku desthilata AKPê û hevkarên wê, neamade ne ku diyalogeke cidî bi Kurdan re bikin. Her çendî Serokê MHPê Dewlet Bahçelî vê bangê weke “giring” bi nav dike jî, li gorî vê giringiyê helwest û xebateke berbiçav nayê meşandin. Ev yek jî baweriya bi aliyê dewletê re kêm dike.

Lewma bêhelwestiya dewleta Tirk a li hember banga Rêber Apo, di qada navneteweyî de weke nîşana nebûna vîzyoneke çareseriyê û berdewamkirina polîtîkayên ewlehiyê tê nirxandin. Ev yek ne tenê baweriya gelê Kurd bi dewletê kêm dike, her wiha di qada navneteweyî de,  nişan dide ku Tirkiye weke welat ji bo pêşxistina atşî û demokrastiyê ne amade ye.

Ji bo ku ev bêhelwestî were guhertin, divê dewlet astengiyên li pêşiya Rêber Apo rake ku bikaribe bi awayekî azad pêvajoyê bimeşîne. Divê  girtiyên siyasî bên berdan. Li gel vê ji bo pêşvebirina pêvajoyê girîng e ku di bin siwana meclîsê de bi beşdariya hemû partiyên siyasî komîsyonek bê avakirin. Her çendî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk di nava civakê û hêzên azadîxwaz de hêviyeke mezin a aştiyê dabe avakirin jî ger gavên pêwîst neyên avêtin wê ev yek bandoreke neyînî li ser aramiya herêmê, siyaseta herêmê bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê