19 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî çû serdana partiyên kurd

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Amedê dest bi serdana partiyên siyasî kir, diyar kir ku hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi lîderên kurd re wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Amedê serdana partiyên siyasî yên kurd kir. Tuncer Bakirhan pêşî çû serdana Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA). hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Berpirsyara Komîsyona Têkiliya Partiyên Siyasî û Alîgira Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz jî amade bûn.

Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya, Hevseroka PÎAyê ya Amedê Banu Ay û rêveberên partiyê Bakirhan û hevalên wî pêşwazî kirin. Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit diyar kir ku ev hevdîtin ji bo misogerkirina yekîtiya kurdan girîng in.

Tûncer Bakirhan anî ziman ku di çarçoveya pêvajoyê de wan bi partiyên siyasî re civîn lidar xistin û wiha got: “Ji bo em rexne, pêşniyar û fikrên partiyên xwe kom bikin, me ev serdan pêk anî. Jixwe Birêz Ocalan bi taybetî bal dikişand ser ku ew qîmetê dide fikrên partiyên kurd û ji me xwest ku em bi baldarî li rexne û pêşniyarên wan ên li ser vê pêvajoyê guhdarî bikin û notan bigirin. Di serdana me ya din de xwest ku em li ser bingeha van hevdîtinan wî agahdar bikin. Me jî dest bi van serdanan kir. Partiyên me xwedî fikir û ramanên xwe ne. Ev pêvajo ne tenê ya ku di navbera DEM Partî û AKPê de tê meşandin e. Civaka demokratîk temsîla 86 milyon mirovî dike; ev têgihiştineke wiha nîşan dide ku heke were fêhmkirin 86 milyon kes li ser zemîneke demokratîk weke hemwelatiyên wekhev dikarin bêhnê bistînin û ji bo vê jî ev mesele me hemûyan eleqedar dike.”

Tuncer Bakirhan da zanîn ku PÎA jî parçeyek ji pêvajoya nû ye û got: “Bi pêvajoyeke ewçend girîng a li ber dest re, fikrên PÎA ji bo me girîng in. Em ji bo vê armancê hatin, hêvîdar im wê hevdîtineke baş be.”

Ahmet Kaya diyar kir ku dê piştgiriyê bidin pêvajoyê.

Tuncer Bakirhan piştre bersiv da pirsên rojnamegeran û bersiv da pirsa li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hevdîtina bi lîderên kurd ên mîna Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide yekitiya neteweyî ya kurd û got: “Em qala lîderekî siyasî dikin ku ji salên 1990î û vir ve gelek bangên yekitiya neteweyî ya demokratîk kiriye û banga kongreya neteweyî kiriye. Ez hêvî dikim ku di demên pêş de birêz Ocalan jî der barê pêvajoya berdewam dike bi rêberên kurdan re dan û standin bike. Ew ê pêşniyarên wan bistîne. Ev gelekî hêja û girîng e. Weke DEM Partî em di wê baweriyê de ne ku ev hevdîtin wê tevkariyeke girîng bike û divê pêk were.”

Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Şandeya DEMê piştre Komeleya Çanda Demokratîk a Şoreşger (DDKD) ziyaret kirin. Mehmet Kamaç li vir axivî û bal kişand ser yekitiya kurdan. Kamaç diyar kir ku ew ê di 26ê tîrmehê de li Bazîdê û di destpêka meha cotmehê de jî li Mêrdinê konferansekê li dar bixin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê