17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di nav şer de jiyanê parast

Ji destpêka hişmendiya mêrperest heta niha bi hezaran şer qewimîne. Di nav van şeran de herî zêde jin û zarok rastî tundiyê hatine. Lê tevî ewqas êrîş û kuştinan jî jinan di nav şer de jî hewl dane jiyanê biparêzin.

Ji destpêka hişmendiya mêrperest heta niha bi hezaran şer qewimîne. Ev hemû şerê ku hatine meşandin ji aliyê mêran ve destpêkirine. Di nav van şeran de herî zêde jin û zarok rastî tundiyê hatine. Lê tevî ewqas êrîş û kuştinan jî jinan di nav şer de jî hewl dane jiyanê biparêzin. Yek ji jina ku di nav şer de hewl daye hem jiyana xwe hem jî jiyana gelek kesên din biparêze Johanna Hanna Kirchner e.

Johanna Hanna Kirchner (Johanna Stunz) di 24ê nîsana 1889an de li Frankfûrtê hat dinê. Di nav malbateke demokrat e hat dinê. Bapîrê wê jî û bavê wê jî li ser hişmendiya demokrasiyê jiyana xwe didomînin.

Tim têkoşiya

Johanna Hanna Kirchner dema hê 14 salî bû tev li Ciwanên Karker ên Sosyalîst bû. Di 18 saliya xwe de bû endama Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (Sozialdemokratische Partei Deutschlands – SPD). Dema di nav van pêkhateyan de dixebitî hêza xwe zêdetir ji bo têkoşîna jinan xerc dikir.

Di sala 1919an de di avakirina rêxistina AWOyê ya ku ji bo karkeran hatibû avakirin de, cih girt. Di salên pêş de zêdetir di nav xebatên jinan û alîkariya zarokan de cihê xwe girt. Di dema şerê li Almanya de enflasyon gelek zêde bû. Ji ber vê yekê gelek zarok bi birçîbûnê re rû bi rû mabûn û di nav nexweşînê de jiyana xwe didomandin. Johanna Hanna ji bo ev zarok karibin bi tendurist bijîn wan şand Swîsreyê. Di sala 1920an de dema li Almanya şerê navxweyî hebû bi hezaran zarokan gihand malbatên wan.

Bû hedefa naziyan

Johanna Hanna Kirchner ji der ku qet fikrên Naziyan qebûl nedikir û li dijî wan têdikoşiya der barê wê de di sala 1933yan de biryara girtinê hat dayîn. Ji bo neyê girtin ji welatê xwe dertê lê ji ber ku zarokên xwe li dû xwe dihêle çûyîn ji re zehmet tê.

Ruhê wê yê têkoşer di tu demê de seknê qebûl nedikir. Ji ber vê yekê dema li kampa penaberan dima serokatiya Komîteya Penaber a Saar girt ser milên xwe. Di pêvajoya xwe ya penaberiyê de jî tim di nav xebatan de cih digire. Ji aliyê şervanên îspanyol dike û ji bo reva wan alîkarî dide. Bi Lore Wolf re ji bo xurtbûna rêxistinbûnên karkeran û reva muxalîfan a ji Almanya di Rote Hîlfe de xebatan meşand.

Johanna Hanna Kirchner di sala 1942yan de ji aliyê rejîma Vichy ya li Fransa li ser kar bû hat girtin. Rejîma Vichy Johanna Hanna radestê Gestapo kir. Naziyan bi hinceta ku Johanna Hanna xiyanet li welatê xwe kiriye 10 sal ceza danê.

Hat kuştin

Di sala xwe ya pêşî ya di girtîgeheke li Cottbûsê de bi çend hevalên xwe yên jin re ma. Têkiliya wê ya bi hevalên wê yên jin re ew êşa li girtîgehê sivik dikir. Lê Naziyan nehişt ku ew di girtîgehê de bi hevalên xwe re bimîne.

Di sala 1944an de doza Johanna Hanna birin Dadgeha Gel. Dozgerê Dadgeha Gel Roland Freisler Johanna Hanna mehkûmê mirinê kir. Johanna Hanna di 9ê hezîrana 1944an de ji aliyê Naziyan ve li Girtîgeha Plotzenseeyê hat kuştin.