Îsraîlê li dijî dijî Îranê êrişeke berfireh da destpêkirin. Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ku nêzî muhafizê şoreşê ya Îranê ye, ragihand ku di êrişa li dijî Tehranê de navenda Artêşa Muhafizên Şoreşê hedef hatiye girtin.
Hat ragihand ku di êrişê de Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Huseyîn Selamî û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî hatine kuştin. Têkildarî mijarê heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine parvekirin.
Hat ragihand ku di êrişa Îsraîlê de zanyarên nukleerê Muhammed Mehdî Tehrançî û Ferîdun Abbasî hatine kuştin. Her wiha hate destnîşankirin ku di êrişê de gelek kesên din jiyana xwe ji dest dane.
Netanyahu peyam da
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji têkildarî êrişê vîdeoyek weşand. Netanyahu, got: “Ji bo jiholêrakirina gefa Îranê ya li dijî hebûna Îsraîlê, me operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Ev operasyon, heta ku gef bi temamî ji holê tê rakirin dê bidome.”
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr jî diyar kir ku ji bo êrişa li dijî Îranê demekî dirêj bû amadekarî dikirin. Zamîr, diyar kir ku bi êrişa dane destpêkirin re êdî li noqteyeke jêneveger in û got: “Ji bilî êrişa li dijî Îranê tu vebijêrkên me yên leşkerî nînin.”
Zamîr, bi domdarî got: “Em kesên gefan li me dixwin hişyar dikim, hûn ê bedelekî giran bidin. Bi deh hezaran leşker li ser sînor hatine bicihkirin. Em di nava têkoşîneke dîrokî ya mînaka wê tunene de ne. Ev operasyon, li dijî gefa tunebûnê gavekî jiyanî ye.”