Bi zêdebûna pileyên germahiyê re şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê berê xwe didin Gola Xatûniye û li wir bêhna xwe vedidin. Rojane bi taybetî êvaran û di betlaneya dawiya hefteyê de malbat li ber ava golê rûdinin û demên xweş derbas dikin.
Gol 50 kîlometreyan li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ye. Li bakurê wê rêya ber bi Hesekê ve, li rojhilatê wê gundê Xatûniye, li başûrê wê rêzeçiyayên Şengalê û li rojavayê wê jî Hol heye.
Gola Xatûniye mezintirîn gola xwezayî ya Sûriyeyê ye û rûbera wê nêzî 6 kîlometreçargoşe ye. Di golê de 3 giravên ku bi awayekî xwezayî bi daran hatine xemilandin hene. Li nêzî golê cihekî şûnwarî bi navê “Şêx Salih” heye û ev jî taybetmendiyeke dîrokî dide vê herêmê.
Ava golê ne ya vexwarinê ye, lê ji bo avdaniya çandiniyê û sewalan û karên malê tê bikaranîn. Rêjeya ava golê di piraniya demên salê de wekî xwe dimîne ji ber ku çavkaniya wê hem ji kaniyeke xwezayî, hem jî ji ava baranê û lehiyan e.
Malbat ji germa havînê û zextên rojane yên jiyanê direvin û berê xwe didin golê û li wir demên xwe bi xweşî derbas dikin, zarok jî li ber avê dilîzin.
Gola Xatûniye ji ber taybetmendiyên xwe wek çavkaniyeke xwezayî ku divê were parastin, tê dîtin. Nexasim ku ji şêniyên Holê û gundewarên wê re ew cihê tekane yê bêhnvedanê ye.
Şêniyan banga parastina golê û qirêjnekirina wê kir, ji ber ku ev mîrasa xwezayî di herêmeke wiha de ku rêjeya şînkatiyê lê kêm e, kêm tê peydakirin.