Sekretera Giştî ya partiya BastA! ku li ser xeta ekolojîst, femînîst û sosyalîst e Franziska Stier bi navê partiya xwe tevlî kampanyayê bû û daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bi nameyekê ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re şand. Di nameya ku 7ê Hezîrana 2025an de hate şandin, hat ragihandin ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku 27ê Sibatê kir, li qada navneteweyî gelekî deng veda. Franziska Stier anî ziman ku ev bang “Ji bo avakirina cîhaneke cihê jiyanê, firsendeke dîrokî ye” û got, “Heta ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê nekin, em ê nikaribin fikrên wî bi xurtî fêhm bikin”. Lewma xwest, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê astengî pêk bîne. Franziska Stier got, “Ji bo paşeroja Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn divê derfetên çareseriya wekhev û demokratîk bêne afirandin.”