17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re bûn yek

Rolyana Ahmed

 Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re bûn yek û têkoşîna xwe ji bo parastina tevahî jinên li Sûriyeyê û misogerkirina mafê jinan a di destûra bingehîn de berdewam dikin.

Wek tê zanîn li tevahî herêm û bajarên Sûriyeyê gelek ol, netew, çand û zimanên cuda bi hev re dijîn. Lê Rêjîma Baasê dema ku desthilat bû, mafê hin neteweyan ên hiqûqî, çandî û neteweyî neda wan. Yek ji wan jî gelê kurd  e ku di wê demê de rastî gelek polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê hat. Yek ji mafên herî bingehîn mijara perwerdeyê bû ku kurdan nedikarî bi awayekî asayî fêrî zimanê xwe yê nivîskî bibin û ne jî dikaribûn wî zimanî di hemû qadên jiyanê de bikarbînin. Her çiqas desthilateke demkî li şûna rêjîma Baasê li Şamê cih girtiye jî lê careke din di destûra xwe ya demkî de jî danpêdan bi zimanê kurdî nekiriye. Serokê hikûmeta demkî Ehmed El Şara di peyam û axaftinên xwe de dibêje: “Em mafê tevahî pêkhateyan di destûra xwe de misoger dikin.” Lê di rastiyê de ev gotin neketiye piratîkê û tenê şeklî dimîne. Şerê cîhanê yê sêyemîn ku em dikarin bi nav bikin a li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyeyê dewam dike, gelek hesab û kîtabê hêzên hegemon serûbinê hev kir. Ji bo her dewletek sûdê ji vê rewşê werbigire, trafîkên siyasî, diplomasî û leşkerî yên dijwar destpêkirin.

Di 27ê mijdara sala 2024an de bi hilweşîna Rêjîma Baasê re Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriye ket rewş û qonaxeke nû. Ev hilweşîna Rêjîma Esed ku bi destê HTŞê pêk hat her wiha HTŞê ev yek girt ser xwe û digot ku “me Sûriyeyê rizgar kir”. Lê bi dîtina min tu berxwedan û bedeldayîn ji aliyê HTŞê ve nehat dayîn ku Rêjîma Esed hilweşîne. Di hilweşandina Rêjîma Esed de tu şer û pevçûnên giran di tu parêzgehan de neqewimîn. HTŞê di navbera çend rojan de hemû parêzgeh xistin destê xwe û paytexta Sûriyeyê “Dîmeşq” jî girtin destê xwe. Bi hatina HTŞê re tu tişt nehat guhertin. Heman zihniyeta Rêjîma Esed û piratîka wê li ser gelê kurd xwestin bidomînin lê gelê kurd ne wek berê ye. Gelê kurd bi Şoreşa 19ê Tîrmehê bû kabus ji tevahî hêzên tundrew re. Şoreşa 19ê Tîrmehê ku li rojavayê kurdistanê li hember her cure qirkirin û bêmafiyê bû şoreşa vejînê. Li ser bingehê vê şoreşê gelê kurd û tevahî gelên din ên wek Çerkez, Suryan û Ereb mafê xwe yên rewa û hebûna xwe heta vê rojê diparêzin.

Bi avakirina hikûmeta nû ya li Sûriyeyê destûreke nû hat nivîsîn. Di vê destûrê de qaşo digotin em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Lê rastiya wan di vê destûrê de diyar bû. Ev destûr tenê ji bo berjewendiya hikûmeta nû hat nivîsîn û mafê gelê kurd, Elewî û hwd. nehat dayîn. Bi taybet wek tê zanîn di Sûriyeyê de mafên jinan ji dema Rêjîma Esed heta hikûmeta nû nehatiye dayîn. Lê li herêmên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne mafê jinan di her qadên jiyanê yên wek aborî, siyasî, çandî û nemaze leşkerî de tê parastin. Jinên kurd û tevahî jinên ku li Rojava dijîn bi tevlibûna nav refên YPJê re li ser bingeha azadiya jinan û azadiya civakê tên perwerdekirin. Keda ku jinan di bin sîwana YPJê de da û têkoşîna wan a ku li cihanê deng veda hêjayê gotinê ye. YPJ jinan ji koletî, hişmendiya mêrperest û îslama radîkal diparêze. Ji ber vê yekê YPJ ji bo hemû jinên li Sûriyeyê wek mûcîzeyekî ye.

Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûn yek û têkoşîna xwe ji bo parastina tevahî jinên li Sûriyeyê û misogerkirina mafê jinan a di destûra bingehîn de berdewam dikin.

YPJ ne tenê ji jinên kurd pêk tê. Di bin sîwana Yekîneyên Parastina Jin de jinên Ereb, Ermen û neteweyên din jî hene. Şervanên YPJê yên ku ji neteweyên cuda pêk tên li beramberî tundî û êrişên ku li ser jinan û gel tên kirin bûn bersiv. Berxwedana wan a li Kobanê heta li Efrînê û tevahî bajarên dîtir yên ku êriş li ser pêk dihatin nemaze têkçûna DAIŞê ya li Kobanê mînakên berbiçav in. YPJ bû bersiva êrişan û têkoşîna wê ne tenê li Sûriyeyê, li tevahî Rojhilata Navîn bi nav û deng bû.

Di vê pêvajoyê de ger hikûmeta nû di destûra xwe de mafê tevahî gel, netew û bi taybet ya jinan nede, wê Sûriye ber bi krîzeke gelek mezin û şerê navxweyî ve biçe.

Ji bo vê ji aliyê Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve gelek xebat û diyalogên çareseriyê  tên meşandin da ku hikûmeta nû ya li Sûriyeyê destûra xwe biguherîne û mafê tevahî gelan bide. Ji bo avakirina Sûriyeke pir reng, demokrat , wekhev û tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê bi hev re jiyaneke hevpar jiyan bikin, hewl tê dayîn.

Heke li Sûriyeyê mafê jinan û tevahî pêkhateyan neyê dayîn wê Sûriye bibe girêka herî mezin di nav Rojhilata Navîn de. Lewre hikûmeta nû bi du rêyan re rûbirû ye; yan wê destûra xwe biguherîne, yan jî wê şerekî navxweyî bijî û hilweşê.

Ji ber ne pêkan e hikûmeteke ku di axaftin û piratîka xwe de ne yeksan be bibe hikûmeteke demokratîk.