9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

 Mehmet Bahattîn Oncu 30 sal in girtî ye bi kêfî nayê berdan

Girtiyê 30 salî Mehmet Bahattîn Oncu yê ku li Girtîgeha Bodrûm Tipa S'yê dimîne, berdana wî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin û berdana wî ji bo 6 mehan hate dirêjkirin.

Girtiyê siyasî Mehmet Bahattîn Oncu yê ku di Hezîrana  1995’an de hate  girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezaya muebbetê lê hat birîn. Oncu, li girtîgehên Dîlok, Amasya, Sîncan, Tekirdag maye û herê dawîn ji bo Girtîgeha Bodrûm Tipa S’yê hatibû sirgûnkirin.

Girtiyê 30 salî  Mehmet Bahattîn Oncu yê ku li Girtîgeha Bodrûm Tipa S’yê dimîne, roja berdana wi di 13ê Hezîranê de bû, lê berdana wî hate astengkirin. Lejneya Çavdêriyê ya Girtîgehê rapora “rewşa wî ne baş e, poşman nabe” da Oncu û berdana wî ji bo 6 mehan dirêj kirin. Oncu di 4ê Hezîranê de derket pêşberî lejneyê û biryar di roja dîtir (5ê Hezîranê) ji bo wî hat ragihandin.

Parêzerên Oncu, diyar kirin ku dê biryarê îtîraz bikin.