Li gorî amadekaran, 300 hezar kes beşdarî meşa li Romayê bûn. Di meşê de alên Fîlîstînê û pankartên bi nivîsa “Fîlîstîn a Azad”, “Komkujiyê bisekinînin, dawî li hevkariya bi sûc re bînin” hatin hildan. Lîdera Partiya Demokrat a li muxalefeta bingehîn Elly Schlein anîz iman ku ev tevlîbûna girîng ‘Nerazîbûneke mezin a gel a li hemberî şer’ e. Tevgera Pênc Stêrk jî di nav de partiyên din ên çep tevlî amadekariya xwepêşandanê bûn.
Schlein daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi mîtîngê re wan xwestin dawî li komkujiyên li ser Fîlîstîniyan bînin, sûcên hikumeta rastgiriya tund a Netanyahu rawestînin û nîşanî cîhanê bidin ku Îtalyayeke cuda heye. Hikumeta Îtalyayê ku ji destpêka şer û vir ve piştevanekî dilsoz ê Îsraîlê ye, hefteyên dawî li hemberî bombardûmana giran a li ser Xezeyê dengê xwe bilind kir. Serokwezîr Giorgia Meloni ev êrîşa mirovî ‘Ya neheq û dramatîk’ şermezar kir.