Hejmara 119emîn a kovara Jinê bi berga “Ziman, Nasname, Çand: Meşa Jinan” ve weşiya. Di hejmara nû de li ser mijara yekitiya jinan û afirandina qadên têkoşîna disekine.
‘Sernavên hejmara nû’
Aylîn Karakaş, di nîvîsa xwe ya bi sernavê “Meşa Jinan a Polîtîk: Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk” de, qala pêvajoya têkoşîna jinan a siyasî û rola wan a di lêgerîna çareseriya aştî û demokratîk dike.
Rojda Yildiz, di gotara xwe ya bi sernava “Li Rojhilata Navîn û li Bakûrê Efrîqayê Hêviyek Nû: NADA”, konferansa NADA ya di 15’ê Gulanê de pêhatibû û potansiyela wê ya ji bo şêwra jinan û guherînê lêdikole.
Şîlan Geçgel, di gotûbêja xwe ya bi sernava “Fîgen Yuksekdag: Em Gelên xwe, Mafên xwe, Doza xwe ya Civakî Diparêzên”, li ser pêvajoya çapkirina paraznameya wê û têkoşîna jinan bi Fîgen Yuksekdag re axivî.
Rojda Erez, di gota xwe ya bi sernavê “Her qebûl, Xwekuştineke di Demê de Belav Bûye”, li ser têkoşîna bi norman, lêgerîna azadiya şexsî ya jinan bi nêrîneke felsefî û polîtîk nîqaş dike.
Derya Akyol, di gotara xwe ya bi sernavê “Qira Daristanê li Kurdistanê: Talana Ekolojîk ji Aliyê Kedxwarî û Tundî ve”, di exa Kurdistanê de têkildariya kedxwarî û tundiya polîtîk a bi talana ekolojîk ve lêdikole.