8 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwaze çanda kurdî biparêz e

Hunermenda ciwan Axîn bi dengê xwe yê nazik êş û azarên koçberiyê vedibêje. Di wê baweriyê de ye ku çand û huner nîşanên nasname, dîrok û hebûna civakan in. Axîn, dixwaze bi hunera xwe nehêle çanda kurdî ji holê rabe, da ku nasnameya xwe biparêzin.

Axîn Reşo ya 20 salî ji gundê Bililko yê Raco ya Efrînê ye, li bajarê Helebê hatiye dine û piştî aloziya Sûriyeyê ji Helebê koçber bûye. Zarokatiya xwe li gundê dayika xwe Qota yê bajarokê Bilbilê derbas kiriye. Axîn Reşo ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re qala serpêhatiya xwe kir.

Rêwîtiya Axînê ya hunerê ji zaroktiyê de dest pê kir, dema ku malbata wê û kesên derdora wê li stranên wê guhdar kirin. Lewma dayika wê ew şand navendeke fêrbûna stranan da ku behremendiya xwe bi pêş bixe. Axîn di zarokatiya xwe de di pêşbirkeke dibistana wê de bûye yekemîn. Vê serkeftinê hişt ku baweriya bi wê baştir bibe û her xwest behremendiya xwe baştir bike.

Di 20ê Çileya sala 2018an de dewleta Tirk  û çeteyên wê êrişî Efrînê kir û piştî berxwedana 58 rojan Efrîn dagir kir. Ji ber vê yekê malbata Axînê neçar ma ku berê xwe bide herêma Şehbayê. Axîn, di destpêka xebata xwe ya hunerî de guh nedaye astengiya. Bi vîneke xurt xebatên xwe dewam kirin li herêma Ehrezê ku malbata wê lê dijî, hestên xwe veguherand stranan û ji koçberên Efrînê re strand. Di sala 2019an de malbata Axînê biryar da ku koçî Helebê bike û li wir bijî. Axîn, ji ber xizaniya malbatê û xerabûna rewşa jiyanê û aboriyê, tevî temenê xwe yê biçûk jî li kêleka bavê xwe li kargehekê karê dirûnê kir.

Axîn, demekê ji hunerê qut bû, lê hezkirin û behremendiya wê ya hunerê kêm nebû. Di 26ê Çileya 2022yan de navenda Tevgera Hîlal Zerîn li Helebê hate vekirin. Axîn Reşo jî yek ji endamên yekem ên navendê bû. Axîna ciwan, di nava Koma Şehîd Vejîn de xebatên xwe yê hunerî dewam kirin û ji dema vekirina navenda Hîlal Zerîn heta roja îro, gelek stran gotin, beşdarî gelek çalakiyan bû. Bi strana “Em ê biçin heval” dest bi karê xwe yê hunerî kir ku îro stranên neteweyî, şoreşgerî û nîştimanperwerî pêşkêş dike.

Axîn Reşo, peyamekê ji hemû hunermendan re dişine û ji wan dixwaze ku bi hunera xwe çanda kurdî zindî bikin û nehêlin ku ew ji holê rabe, da ku nasnameya xwe li hember hewldanên tunekirinê biparêzin.