9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Fîlozof  Alain Baiou ji Ocalan re name şand

Fîlozof Alaîn Badiou, di nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandî de got, "Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin. Em heta dawiyê li cem te ne."

Li  gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Alaîn Badiou ku bi helwesta xwe ya li dijî şer tê naskirin û weke yek ji girîngtirîn fîlozofên dijî ye, di 15ê Gulana 2025an de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şandiye.

Badiou di nameyê de ku wî û Isabelle Vodoz bi hev re nivîsandine balê dikişînin ser dilsoziya bêdudilî ya Ocalan a ji bo lêgerîna heq, azadî û heqîqetê û her wiha tîne ziman ku daxwaza wî ya herî xurt ew e ku ji bo Ocalan kanalên ragihandinê werin vekirin.

Nameya Alaîn Badiou ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandiye wiha ye:

“Rêhevalê hêja Abdullah Ocalan,

Ez û Isabelle Vodoz ji bo nameya te şandiye em spas dikin. Mixabin ev belgeya kurt a ku di nav şert û mercên zehmet ên îroyîn de hatiye nivîsandin, têkildarî raman û çalakiyên te fikrek pir xurt dide mirov. Di nameyê de tiştekî ku di cîhana îro de kêm e û di formûla te de balê dikişîne heye: ‘Min ti carî dest ji lêgerîna edalet, azadî û heqîqetê berneda û ez ê dest jê bernedim’. Lê belê gelek caran em rastî mînakên ‘edaletê’ yên bê heqîqet an jî ‘heqîqet’ ên bêyî azadiyê tên, ku daxwaza girêdana aktîf a navbera edalet, heqîqet û azadiyê pêşwazî nakin.

Her wiha em bi giringiya ku hûn li ser rewşa xirab  a jinan a li gelek welatan û li şûna mijarê tecrît bikin vê pirsgirêkê bi sosyalîzmeke nû re têkildar dikin û em jî di vê mijarê de hesas in.

Bi heman rengî em li hemberî gotina te ya, ‘Li dijî êrîşên ‘Modernîteya Kapîtalîst’ û manewrayên emperyalîst hewl didim ji daxwaza jiyana alternatîf a gelan re bibim bersiv’ jî bi heman hesasiyetê tevdigerin.

Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin.

Em heta dawiyê li cem te ne.

Alain Badiou

Parîs, 15.05.2025”