Di salên 1991-92yan de nîqaş çêdibûn, ka navê televîzyon, telefon, elektîrîkê bi kûrdî çi ne. Li gorî gotina rewşenbîrekî TV – dûrdîtinok, şûşe (ekran) – dîdok, telefon – guhbihîstinok. Nizanim, ev rast bû yan henek bû, lê ew navê televîzyonê ji bo me bûbû mijara pêkenokê.
Ew rewşenbîrê hêja niha ne di nav me de ye, çûye ser dilovanîya xwe. Bila ruhê wî şad be.
Wateya şûşe-dîdok ew e ku, her cure tevger, axaftin, ken, qîr, hawar, an jî dijûn, tiştên li ser ekranê tên dîtin , lê tu nikarî tiştekî bibêjî. Mafê wê heye ew li ser hest û ramanê te bi awayekî azad gotin û dîmenan biweşîne, û dikare qet nêrînên te jî nepirse.
Di salên 1990î de TV êdî di her malê de hebû. Êvaran her kes di demijmêra nûçeyan da dihat ber televîzyonê, yan jî şox û şengek hebûya bi hev re rûdiniştin û temaşe dikirin. Piştî bernameyê her kes yan diçû odeya razanê, yan jî eger kar hebûya, diçû ser karê xwe.
Bê guman bandora wê li ser civakê hebû, bi taybet desthilatdariyê nûçeyên derewîn, gotinên çewt nîşanî civakê didan. Desthilatdariyê spor, seks û hunerê wek amûrên şerê taybet herdem bi hosteyî bi kar anîye. Ev sê mijar jî li ser ekranên TV û sînemayê pêş dixistin, bê guman roja îro jî ev amur wek sengereke şerê derûnî tên bikaranîn. Berovajî vê jî televîzyonên serbixwe û çapemeniya azad derewên desthilatdaran deşîfre dikirin û gel ronî dikirin.
Di rojên me yên îroyîn de ekran-dîdok êdî wek berê zêde nayê temaşekirin, ji ber êdî di destê her zarok û her mirovekî da telefon-guhbihîstinok heye, aqilê çêkirî û TV êdî di hindurê telefonê de ne û mirov dikare bê sînor xwe bigihîne her alîyê cîhanê, her agahî di her mijarê de fêr bibî û xwe bigihînî her mirovekî cîhanê. Bes kêmek zimanê îngilîzî bizanî bes e.
Bi telefona destan her kes dikare di torên civakî da ji xwe ra hesabekê, şaşeyeke televîzyonê, an jî malpereke rojnamegeriyê veke. Bixwazî navê xwe eşkere dikî, nexwazî jî vedişêrî.
Li ser vê şaşeya bi dest, bîrewarî-hişmendî tê parçekirin, cil û berg, reng û rûçik li gorî şaşeyê tên guhêrandin, ne demsal, ne jî sal êdî ne dîyar in, a dîyar rojgerî ye. Roj jî li gorî çirke, xulek û demjimêrê dabeş bûne. Kîjan çirkê çay, qehwe vexwî, kîjan xulekê xwarin bixwî û rojê kîjan cil û bergî li xwe bikî şaşeya di dest de dîyar dike.
Xala herî kanbax û metirsîdar ew e ku armanca jîyanê tê bêwatekirin, têgîna wate bi xwe tê kuştinê. Bi taybet jî pêşeroja civak û gel bi mij û dûman e, şêlû ye, wek tiştekî ne dîyar tê nîşandan. Civak bê armanc tê hiştin, li hember hev bêbawer tê hiştin, hedefa wê ya sereke jî mirovan ji hev bide qetandin. Mirov, gel û civak ji hev qutkirin, tê wateya ku kesayet wê li hember tu kesî xwe berpirsyar nebîne, wê tu pêywendiyên pîroz nemînin, her tişt wek alaveke bazarê bi hêsanî bê firotin.
Kesayetê ku nirxê pêwendîyan û pîvanên şermê nizanibe, bi tenê li gor ajoyên xwe tevbigere, wê bibe qûlê kesê ku ajaya wî têr bike. Diruşma wî ya sereke dibe; Ya min kar e, tu armancên min tune ne. Yanê bi rehetî dikare bêhiquqî û bêexlaqîyan bike û ji vê ra jî bibêje “kar e.” Bi vî awayî xwe ji berpirsyarîyê dide alîyekî. Di encamê da mirov dibe mîna robotekî.
Ev şaşeya ku ji devê kê çi tê dibêje, her kesî û her tiştî difiroşe, cilûberg, xwarin û vexwarin, çek, bombe, her cure erebe, jin û mêr jî di nav da, tevan dikire û difiroşe. Lê ev şaşe derfetên bêsînor jî dide, di nava çend çirkeyan da mirov dikare gotin, kar û armancên xwe bigihîne seranserê cîhanê.
Hebûna şaşeyê di destan da bi xwe serê xwe ne tiştekî xirab e, ne jî pirûpak e. Ya girîng rast-şaş çi ye, kî kî ye, kî çi dibêje, ji bo çi û ji bo kê dibêje, hedef û armanc çi ye, pirsa van tiştan kirin û li gorî van pirsan pîvan danîn û danûstandin dîyarkirin girîng e.
Hin kanalên dost li ser malpera Youtube hene, alîgirîya Tevgera Azadiyê dikin. Ji bo xatirê reytîngê, hinek jî bi navê demokrasîyê bi fikir, raman û çemkên cûda bername çêdikin. Baş e, dibe çima nebe, lê li ser van kesan, an jî alîyan kêmekî be jî divê agahî bên komkirin: kî ne, çi kes in, paşeroja wan çi ye, gelo di nav gel da di çi astê da tên pejirnandin? Lêkolîneke wisa bê kirin baştir e. Ji ber ku li ser hin TV di bernameyên welatparêzan da hin kesên ku xiyanet ji nirxên vî gelî ra kirine û vê xiyanetê berdewam dikin, beşdarî wan bernameyan dibin û heqaretan dikin. Bi navê bilindkirina REYTÎNG, şerm e! Eybe. Teknîk û amûrên bê ser û ber çekeke here xeternak e.
Derencam, Kurd, Kurdistan û li ser vê mijarê têkoşîna kurdayetîyê di cîhana îro da mijara here aktûel e. Li ser torên civakî bi hezaran kanalên TV, malperên rojname û kesayetan hene. Hebûna wan jî pêwîst e. Lê belê caran tê dîtin ku hin ji wan di bin sembolên Kurd û Kurdistanê da naveroka hişmendiya dîrokî, çandî berevajî dikin, pêşerojê bi reşbînî, bêhêvîtî pênase dikin, agahîyên şêlû û bêbingeh diweşînin.
Bi taybetî mijarên girêdayî têkoşîna azadîya gelekî, welatekî bi xistina di nava gotinekî “Kurdistan azad be” da li hember hev bi kar tînin. Baş e. Kî naxwaze bi rastî jî Kurdistan azad be bila çav wî derê. Divê çawanîya wê, erkên azadiyê, rê û rêbazê têkoşînê, pênasekirina dost û dujimin hebin. Diruşm dilê mirovên ji rêzê xweş dikin, lê ku ramanên jeostratejîk, jeopolîtîk herweha ramanên derbarê şert û mercên şênber da zelal nebin, bê hemdê xwe mirovan dibine mirinê. Gotineke pêşîyan heye, dibêje: rêyên dibine goristanê bi nîyetên baş hatine çêkirin.