Hemû gundiyên ku mirîşk û elokan xwedî dikin dizanin. Dema mirîşk û elok kurk (kurp) dikevin gundî hêkan dixin bin wan. Gundî baldarin ku di nava hêkan de hêkên xerabe tune bin û hemû hêk nû bin. Gundî armanc dikin ku ji sedî sedê hêkan çêlik derkevin. Naxwazin yek hêk jî xerabe derkeve. Ji tecrûyên xwe yên salan bi hêvî ne ku ji hemû hêkan çêlik derkevin. Ji ber ku gundiyan ew hêk bi destê xwe hilbijartine û bi destê xwe xistine bin mirîşk û elokan.
Çima min ev minak da? Ji bo encama 10emîn Pakêta Darazê baş bê famkirin min ev mînak da. Hûn dakirin bibêjin çi eleqe pê heye. AKP bi salan e torbeyên darazê tîne rojevê. Pesnê wê dide. Lê di encamê de vala derdikeve. Di wan torbeyan de çi heye nayê zanîn. Kê kijan zagon qistiye wî torbeyî nayê zanîn. Li vir zagonên ku AKPiyan xistine torbeyê darazê dişibe hêkên xerabe. Ew zagon çine, naveroka wan çiye nayê zanîn. Tenê kesê ew zagon hilbijartiye dizane. Lê ku hêkên gundî dixin bin mirişk û elokan, diyar in. Di encamê de ji sedî 100 nebe jî, ji sedî 99ê hêkan çêlik derdikevin. Jiyan derdikeve. Lê ji torbeyên darazê yên AKPê dijberî vê yekê mafên mirovan û mafê jiyanê dernakeve. Bi salan e em vê yekê dibînin û diceribînin. Ji 10 zagonan 9 zagon xerabe ne. Tenê zagonek rast heye. Bi vê zagona saxlem, 9 zagonên xerabe bi me dide daqurtandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de qala Peymana Civakî û hiqûqa wekheviyê dike. Ji bo ev hiqûqa wekheviyê pêk bê, divê girtiyên siyasî yên Kurd bên berdan. Lê di 10emîn pakêta darazê de hat dîtin ku girtî nikarin ji mafê xwe sûdê bigirin. Ev pakêt li pêşiya berdana girtiyên siyasî dibe asteng. Careke din girtiyên siyasî ceza dikin.
Ji bo zagonek karibe nûnertiya her kesî bike, divê berî her tiştî vîna hemû kesan têde bê parastin. Divê nirxên hemû nasname, bawerî, çand, ziman û hebûna hemû kesan têde bê parastin. Lê dema em li gelek welatan dinerin, em dibînin ku nirx û nasnameya gelek neteweyan tê paşguhkirin. Yek ji van welatan Tirkiye ye. Tirkiye welatekî pir çandî û pir zimanî ye. Lê rêveberî û zagonên wê ne wisa ye. Rêveberiya wê li ser desthilatiyê hatiye avakirin. Îktîdarê diparêze. Destûra bingehîn jî li ser pêşxistina yek netew, yek ziman û yek çandê hatiye avakirin. Hikûmetên tên desthilatê ji bo desthilatiya xwe mîsoger bikin li gorî xwe zagonan tînin rojeva meclisê û li gorî xwe guhertinan dikin.
Îro dîsa pakêta darazê anîn rojeva Tirkiyeyê û li meclisê erê kirin. Li ser navê edalet, demokrasî, mafên mirovan pakêt anîn rojeva meclisê. Lê dema pakêt vebû û bi raya giştî re hat parvekirin, dîsa hat dîtin ku gotin û dîtin ne yek e. Dîsa hat dîtin ku gotin û kirin li dijî hev in. Derveyî torbe rengek e. Lê hundirê torbe rengekî cuda ye. Em dibînin ku di torbe de 10 hêk (zagon) hebin; ji wan 10 hêkan (zagonan) 9 hêk (zagon) xerabe ne. Hikûmet li şûna 9 hêkên xerabe nîşan bide, hêka xweşik nîşanî civakê dide û hêviyek xapînak di civakê de ava kir.
Ji bo bixapînin torbe rengo rengo da xuyakirin. Lê di hundirê torbe de jî zagonên ku bêtir civakê bi hikûmet û dewletê ve girê bide derket. Zagonên ku bêtir gel bêvîn, bênasname bihêle derket.
Di vê zagona niha de dihat payîn ku girtiyên siyasî bihatina berdan. Mafê heviyê bihata parastin. Edalet cihê xwe bibîne. Dihat payin ku bi van zagonan rêya demokrasî û azadiya ramanê bê vekirin. Lê piştî naveroka zagonê hat parvekirin, hat dîtin ku daxwazên civakê nabersivine. Hat ditin ku nabe bersîva heviya civakê.
Li gel rexne û pêşniyarên partiyên siyasî û rêxistinên civakî dîsa pakêt di komisyona edaletê û meclisê re derbas kirin. Êdî piştî ev pakêt di meclisê re derbas bû, dê rê li pêşiya gelek mafan bên girtin. Dê girtiyên siyasî yên ji ber fikrên xwe hatine girtin, nikaribin bên berdan. Dê 4 hezar girtiyên siyasî ku cezayê muebetê li wan biriye nikaribin serbest bêne berdan. Dê girtiyên nexweş nikaribin serbest bêne berdan. Bi erêkirina vê pakêtê vîna ew qas partî, rêxistin û saziyên sivîl esas nehat girtin. Demokrasî esas nehat girtin. Vîna gel esas nehat girtin. Aşkere bû ku armanc û nîyeta dewlet û hikûmtê ne çareserî û aştî ye. Ji niha û şûnde bêtir rol û rist dikeve ser milên hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan, aştîparêz, demokrasîparêz, edaletparêz û xwezaparêzan. Êdî dora nûnerên saziyên demokratîk û civakî ne.