Di pêşengiya TJAyê de di 28-29ê Gulanê de li Amedê bi tevlibûna parlamenterên jin ên li çar aliyên Kurdistanê konferansek hat lidarxistin. Parlamenterên jin ên ku tev li konferansê bûn bi cil û bergên xwe yên kurdî û rûyên xwe yê bi ken konferansa xwe pêk anîn. Dîsa di heman rûyan de ji bilî kenê xetên têkoşîna ku dane jî diyar bûn. Her yek ji wan li cihê ku têkoşîn dabûn, berdêlên mezin dabûn. Lê dîsa jî di rûyê wan de bi qasî misqalekê jî nîşaneya poşmaniyê nîn bû.
Jinan dema di destpêka konferansê de navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihîst, bi kelecaneke mezin li çepikan xistin. Diyar bû ku ew di ferqa keda ku wî ji bo têkoşîn û rêxistinbûna wan daye de bûn.
Jinan di konferansê de tecrûbeyên xwe yên li dijî hişmendiya mêrperest bi hev re par vekirin. Hevseroka Lijneya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd ji ber qedexeyên Dewleta Tirk ku nikaribû bi awayekî fizîkî tev li konferansê bibe, bi rêya telekonferansê tecrûbe û hêviyên xwe bi jinan re par vekir. Dema Evîn Swêdê dest bi axaftinê kir, hemû jinan bi awayekî baldar ew guhdar kir. Ji bêdengiya wan diyar bû ku hemû jinên ku ji alî û partiyên cuda tev li konferansê bûne, xwe deyndarê jinên ku li Rojava li dijî hişmendiya qirker li ber xwe dane, didîtin.
Wek ku me got jinên li wir tecrûbeyên xwe dianîn ziman. Lê hin ji wan ji ber ku di nav çar diwarên girtîgehên Tirkiyeyê de bûn nikaribûn tev li konferansê bibin. Kesayetên wek Leyla Guven û Semra Guzel jî bi nameyên xwe ji jinan re gotin ku ew li ku bin jî dê dilê wan ji bo heman armancê ango azadiyê lê bide. Lê di dema xwendina nameyan de dilê min di mijara bikaranîna kurdî de êşiya. Ji ber ku hevalên name xwendin rast e rast nikaribûn hin peyvên kurdî telafûz bikin.
Gultan Kişanak dema di rûniştina duyemîn a roja yekemîn de behsa tecrûbeyên xwe yên li Girtîgeha Amedê kir, têkoşîna ku Sakîne Cansizê jî bi bîr anî. Hemû jinên ku li eywanê bûn tev li vê bîranînê bûn. Diyar bû ku jinan xwe deyndarê têkoşîna ku wê daye, didît.
Gelek parlamenterên jin ên ku di konferansê de tecrûbeyên xwe dianîn ziman bandora Leyla Zana û Gultan Kişanakê a li ser wan anîn ziman. Parlamentereke ji Başûr dema hestên xwe anî ziman, got; ‘hevalên min ên Başûrî dizanin ku ez di axaftinê de jêhatî me lê îro ji ber ku Gultan li kêleka min Leyla li hemberî min e ji kelecanê zimanê min nagere.’ Bandora ku wan her du jinên berxwedêr li ser wan kiribûn di her kêliya axaftina wan de diyar bû. Vê mirov hestiyar dikir. Lê dema Gultan Kişanakê bi kurdî silav da civatê û axaftina xwe bi tirkî berdewam kir wek jinekê di dilê min de hin tişt şikiyan. Ji ber ku em jinan wek hilgira çandê û avakera ziman dibînin û bi salan e li dijî bişavtinê berdelên gelek giran hatine dayîn (ku yek jê Gultan Kişanak bi xwe ye), axaftina bi tirkî ji min re giran tê. Di vir de ne dijberiya zimanekî an jî sekna berxwedêrekê didarizînim, lê heke li civateke ku hemû kurd bin, zimanê biyanî bi wê civatê nakeve. Elbet axaftina bi zimanekî din tiştekî ji sekna wê ya berxwedêr kêm nake lê dil dixwaze ku ziman ê me be.
Dîsa çîroka Nasir Tewfîq a ku ji Helebçeyê ye, tena serê xwe mijara konferansekê bû. Dema wê di axaftina xwe de got min hemû malbata xwe di komkujiya Helebceyê de winda kir ji dengê wê diyar dibû ku ji bo were vê astê têkoşîneke bi çi rengî daye. Wê di axaftina xwe de got ‘dema şêr ji hêlîna xwe derbikeve ferq nake nêr e yan mê ye’. Vê hevoka wê baweriya wê ya ji têkoşîna jinan jî dida der.
Yek beşdarvana ku nikaribû bihata Amedê Riham Hico ya ji Şengalê bû. Riham Hico bi rêya telekonferansê tev li konferansê bû û der barê jinên êzidî yên ku li kolanan wek amûr hatin firotin kir û got wan piştgiriyeke baş ji Herema Federal a Kurdistanê negirtiye. Lê dîsa tevî ku wan rojên zehmet derbas kirine jî niha jinên êzidî amade ne ku ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibin bersiv. Piştî nirxandinên Riham Hico wekîleke ji Başûr li dij Rihamê derket û got ku wan azadî li Şengalê pêk aniye.
Dema ev bûyer qewimî, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje ‘Jin cîns, çîn û neteweya ku destpêkê hatiye bindestkirin e’. Dema di vê çerçoveyê de em lê binêrin dibînin ku jin di bin bindestiya mêran de çawa ji rastiya xwe hatine dûrxistin. Ji ber ku divê, di mijara êşa ku jinan kişandiye de ji bilî rexnedayînê tu hevok neyne bikaranîn.
Nîqaşên û parvekirinên ku di konferansê de hatin kirin dê bandoreke erênî li siyasetmedarên jin bike. Ji ber ew hemû jî dizanin ku konferansa hatiye kirin bêmînak e û encama têkoşîneke gelek mezin e. Ev ji aliyê hemû jinên ku tev li konferansê bibûn ve dihat zanîn. Ji ber ku wan hemûyan bi nêrînên xwe û kenên li ser lêvên xwe hev bi dilê jinên berxwedêr hembêz dikir.
Jinan di encama konferansa xwe ya ku pêk anîn de biryar girtin ku dê li hemû cihên ku lêne dê ji bo yekitiya jinan û xurtkirina têkoşîna li dijî hişmendiya mêrperest a di her qadê de li ber xwe bidin. Ji xwe di biryarên ku li jêr hatine rêzkirin de jî xeta vê xebatê diyar kirin.
Biryarên ku di encama konferansa parlementerên jin de hatin girtin di vê çerçoveyê de ne:
“* Ji bo li dijî tundiya li ser jinan, di her qadê de mekanîzmayên têkoşîna hevpar û torên rêxistinbûnê ava bikin.
* Dîrok û bîra têkoşîna jinên kurd ava bikin.
* Tevî cihêrengiyên jinên kurd, ji bo amadekirina daxuyaniya polîtîk a yekîtiya neteweyî bixebitin.
* Li her deverê, li dijî polîtîkayên asimilasyonê yên li ser zimanê kurdî, ziman û çandê bi hevparî biparêzin.
* Ji bo ku parlamenterên jin ên kurd di siyaseta demokratîk de ji bo avakirina aştiyê helwesteke hevpar pêş bixin, komên xebatê ava bikin.
* Hevserokatî û temsîliyeta wekhev; Li hemû parçeyan weke mekanîzmayeke ku civak û siyasetê diguherîne nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê têkoşîna jinê bikaribe partiyên siyasî veguherîne, têkoşîn bê meşandin ku di biryar û nûnertiya partiyan de kotaya jinê ya herî kêm ji sedî 50 pêk were.
* Parlamenterên jin ên kurd, bi têkoşîna xwe ya li dijî mêrserwerî û her cure cudaxwaziyê re, ji bo avakirina aştiyê qadên xebata hevpar bibînin û xebatên xwe rêxistin bikin, biryar dane ku Tora Parlamenterên Jin ava bikin.”