8 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dor dora dewletê ye!

Kurd şer naxwazin û aşitiyê dixwazin, ev yek him pratîkî û him jî bi gotinan dan nîşandan. Êdî dor dora dewletê ye. Heke dewlet van gavên li jêr pêk bîne, em ê karibin jê bawer bikin.

Niha di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurdistanê de hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Lewra gelek nîqaş di vê mijarê de tên kirin û bêguman van nîqaşan tevliheviyeke pir mezin ava kiriye. Li hêlekê baweriya civaka Kurd bi dewleta Tirk nayê û ji ber vê jî di nav xemeke mezin de ye. Li aliyê din jî dewleta Tirk ti gavên şênber navêje û şerê tunekirinê berdewam dike. Di hêla çareserkirina pirsgirêkên netewî de pêwistî bi rê û rêbazên zelal hene. Bêguman gelek rê û rêbazên avakirina aşitiyê hene. Anku di nav mînakên dinyayê de rê û rêbazên avakirina aştiyê cur bi cur in. Ev rê û rêbaz li gorî şert û mercên rêxistin, dewlet, herêm û rewşa siyasî ya dewletê yên wekî feraseta demokrasî, wekhevî, edaletê tên guhertin. Lewra gelek ceribînên çareseriyên pirsgirêkên neteweyan li ber destên me hene. Lê belê ji van hemû ceribînan cudatir Rêberê Tevgera Azadiya Kurdistanê Abdullah Ocalan rêbazeke nû daye pêşiya tevgera xwe. Beriya hemû gavan, gava yekemîn çekdanîn û fesixkirina tevgerê danî pêşiya rêxistina xwe. Rêxistinê jî li ser şopa rêberê xwe, kongreya xwe kom kir, biryara çekberdan û fesixkirinê da. Tevî van gavan jî dewleta Tirk hê jî zimanê xwe neguhertiye û her wiha daxwaza teslîmbûn û teslîmkirina çekan li Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Anku hê jî li bendê ye ku Tevgera Azadiya Kurdistanê gavan biavêje. Baş e! Wê bi wî awayî ev pirsgirêk çawa bê çareserkirin? Gelo wê Tevgera Kurd teslîmiyetê qebûl bike? Bêguman teslîmiyet di dîroka Tevgera Kurd de tuneye. Felsefeya sereke ya tevgera Azadiya Kurdistanê “teslîmiyet ber îxanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe” ye. Lewra bêyî gavavêtina dewletê ne pêkan e ku çekan teslîm bike.

Tevî gavavêtinên Tevgera Azadiya Kurd jî rayedarên dewleta Tirk ti gavên berbiçav neavêtine, berovajiyê gavavêtinê şerê xwe yê qirêj dimeşînin û her wiha hê jî li hemberî gerilayan çekên kîmyewî bi kar tînin. Ji bo deskeftiyên Rojava tune bikin dîplomasiyê dimeşînin û tawîzan didin û hemû têkiliyên xwe bi kar tînin. Hê jî rayedarên dewleta Tirk heman zimanê xwe yê qirêj li hemberî Tevgera Kurd bi kar tînin. Werhasil li aliyê Tirk ti guhertin tune ne.

Hewldanên Bahçelî jî ji gotinê derbas nekirine. Zimanê di vê pêvajoyê de tê bikaranîn jî ji ruhê aştî û wekheviyê dûr e. Zimanekî li ser hesasiyetên civaka Tirk hatiye avakirin û taybetî jî desthilatdariya AKPê vê yekê bi awayekî hişk li hemberî Kurdan bi kar tîne. Ango hesasiyetên civaka Kurd tên paşguhkirin. Ji bo aştiyeke birûmet pêk bê, divê nêzikatiyeke hevpar li hemberî nirxên her du civakan hebe. Ji bo vê jî divê li ser bingeha aṣitî, wekhevî û nasnameya cuda feraseta dewleta Tirk, desthilatdariya AKPê û civaka Tirk bê guhertin. Lê belê dema mesele dibe Kurd hemû rayedarên Tirk û civaka Tirk weke hev difikirin. Çendî gotin cuda bin jî heman tiştan dibêjin. Lewra di navbera rayedarên Tirk de nakokiyan negerin, ew di çarçoveya bîrdoziya netewdewletê de tên cem hev û parastina dewleta xwe esas digirin. Her wiha ji bo Kurdan manîpûle bikin, gotinên cuda bi kar tînin. Ango Bahçelî ji Erdogan, Erdogan ji Kurtulmuş, Kurtulmuş ji Ozel, Ozel ji Davutoglu hwd. cudatir nafikirin û li ser heman xalan li hev dikin ku ew jî bêstatûhiştina Kurdan e.

Bêguman tevgera Kurd bi ya Rêberê xwe kir û tiştên ketin ser milê xwe heta vê gavê pêk anî. Lêbelê hê jî nûnerên dewleta Tirk û AKPê li dinyayeke din di nav xeyalan de ne ku ev yek bi liv û tevgerên wan xwe dide dest. Ewqasî di nav xeyalan de ne ku Erdogan dibêje bila êdî hezkiriyên Tevgera Azadiya Kurd ên li derve ne bila li dijî dewleta me nebin, ango bila antîpropangadaya dewleta me nekin, bila pesnê dewleta me bidin. Vêca divê em jê bipirsin, çima? Gelo ma te Rêberê Kurdan ji girtîgehê derxistiye? An jî te bi sedan girtiyen nexweş, bi dehhezaran Kurdên dîlgirtî serbest berdane? An te vîna gelê kurd ṣûn ve daye ku te bi darê zorê ji wan stendiye. Li dibistanên te êdî çand û zimanê Kurdî ne qedexe ye û her zaroka Kurd dikare çand û zimanê xwe li dibistanan fêr bibe. Gelo ma te çi kiriye? Ka bêje ku em jî li kêleka te û dewleta te bin. An divê em ji çend gotinên şirîkê te yên xweşik bawer bikin. Ji bo Kurd ji te û dewleta dewleta te bawer bikin, divê hûn hê çil nanê tenûrê bixwin.

1. Divê dewleta Tirk li Başûr û Rojava deverên ji dagirkirine demildest derkeve.
2. Divê dewleta Tirk ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.
3. Divê dewleta Tirk hemû mafên Kurdên Bakur qebûl bike. Di vê çarçoveyê de zimanê Kurdî wekî zimanê fermî nas bike. Ji bo pêşxistina çanda Kurdî bûtçeyên taybet veqetîne.
4. Divê dibistanên Kurdî bên vekirin.
5. Divê hemû qeyûmên talanker ji peywirê bistîne û şaredarên hilbijartî vegerin ser karê xwe.
6. Divê demildest di serî de Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Belê çek cihê xwe dihêle ji axaftin û diyalogê re, lê belê divê neyê jibîrkirin ku di civakeke bi her awayî riziyayî de ev çiqas pêkan e? Tevî hemû bêbaweriyan jî divê em zorê bidin dewleta Tirk ku gavên şênber biavêje. Wekî Mûrat Karayilan jî gotî, “Pratîka dewleta Tirk diyar e, lê em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin.” Lewra divê civaka Kurd jî bi bilindkirina têkoşînê mil bide Rêber Apo û ji bo aştiyeke birûmet di nav hewldanan de be. Bêguman têkoşîna azadiya Kurdistanê wê neyê tunekirin û têkoşîn heta dagirkerî dawî bibe, wê her berdewam be.