Ji bo rojnamevan Elîf Akgul a ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de di 21ê Sibatê de li Stenbolê hatibû girtin, biryara berdanê hat dayîn. Piştî îtiraza Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) biryara berdanê bi biryara usûlê hat dayîn. Tê payîn ku Elîf Akgul di saetên pêş de ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bê berdan.