8 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin

Li gorî agahiyan rewşa tendirustiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nebaş e û rejîmê wê ji mafê tedawiyê bêpar hiştiye.

Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, rewşa tendirustiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nebaş e û rejîmê wê ji mafê tedawiyê bêpar hiştiye. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku 18 sal e Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye, pê re nexweşiyên çav, gurçik û rûviyan çêbûye, li gor testên berî niha hatine kirin pêwîstiya wê bi emeliyatê heye. Her wiha hatiye gotin ku berpirsên girtîgeha Yezd gelek caran îşkence û heqaret li Zeyneb Celaliyan kirine.

Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.