Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demek e bi dewletê re pêvajoyekê dimeşîne. Bi vê pêvajoyê Birêz Ocalan ezberê her kes û her hêzê serobino kir. Niha herkes li gorî zanîn û cihê lê disekine şîroveyan dikin. Bêguman di pêvajoyên wiha de herkes şîrove dike, nêrînên xwe tînin ziman, nirxandin û rexneyan dikin. Ev rewşek anormal nîne. Ji xwe tişte Birêz Ocalan jî dixwaze ev e.
Birêz Ocalan wekî terzê rêbertiyê ji despêka têkoşîna xwe heta niha hewil da ku civakê bike xwedî îrade. Ji bo wê di hemû pêvajoyên meşandîn de wekî rêbaz siyaset, civak û gel dike kirdeyek bingehîn. Vê yekê jî bi nîqaşkirina mijaran pêk tîne. Birêz Ocalan wekî pêncî sal berê îro jî dixwaze herkes vê pêvajoyê nîqaş bike. Bi şîrove, rexne û nirxandinan tev lê bibe.
Bi vê boneyê kes ji rexnekirin, nirxandin û heta li dijî derketina pêvajoya Aştî û Avakirina Civaka Demokratîk aciz nîne. Her kes û hêz dikare helwesta xwe diyar bike. Dibe ev helwest li dijî pêvajoyê be. Lê hind şertên siyasetê jî hene. Dema mirov li dijî tiştek derdikeve divê mirov bi rêbazên siyasetê bike û di heman demê de alternatîfa wê jî diyar bike. Heta dibe asta kes û derdorên li dijî pêvajoyê derdikevin têra pêşniyarkirina alternatîfê neke. Ev jî tê qebûlkirin.
Bes tiştên nayên qebûlkirin jî hene. Ew jî bêyî ku eleqe bi naveroka vê pêvajoyê hebe êrîşkirina Rêber Ocalan, Tevgera Azadiyê û nirxên gelê Kurd e. Bêguman kesên hebûna xwe li ser bingeha tunebûna gelê Kurd avakirîn, dê bi zanîn êrîş bikin. Kes û derdorên em behsa wan dikin jî ne ev in. Ji xwe Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê jî pêncî salên li hemberî dijminên gelê Kurd bi hemû rêbazan têkoşînê dimeşîne û dê ji niha pêve jî bimeşîne.
Kes û derdorên em behsa wan dikin ên wekî çepgir, demokrat an jî xwe wekî welatparêzên Kurd dibînin e. Ev derdor dema Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê dinirxînin divê baldar bin. Pêwist e pêşiyê hewil bidin fam bikin ka Ocalan û Tevgera Azadiyê dixwaze çi bike. Piştre ku hebe fikarên wan bi rêbazên guncav par ve bikin. Ev rewş rêbazek pêwit e. Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê jî wisa dixwaze.
Lê rexneyên an jî di bin navê rexneyan de gotinên têne kirin teqez ji hêla Tevgera Azadiyê ve tên qeydkirin. Gotin û nêzîkatiyên bi bondora şerê taybet ê dewletê an jî bi qûrnaziya, “waye PKK xwe fes dike, em dikarin li ser mîrasê wê rûnên” teqez dê wekî ÊRÎŞÊN li hemberî hebûnê bên pênasekirin û nêzîkatî jî dê li gorî vê bê diyarkirin. Li hemberî nêrîn, şîrove û nirxandinan Tevgera Azadiyê jî dê bi heman rêbazê bersiv bide.
Li hemberî propagandaya reş an jî êrîşan Tevgera Azadiyê jî dê bi van rêbazan bersiv bide. Ango ji bo gef û êrîşên li hemberî Serokatî û hebûna xwe û hebûna gelê kurd bêbandor bike, dê hemû rêbazan bikar bîne. Ji ber ku parastina rewa rêgeza sereke ya Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ye. Tu carî dest ji vê yekê bernade û dê bernede.
Li ser vê bingehê divê kes xwe nexapîne û ne bêje waye PKK xwe fes kir û meydan ji me re ma. Nirxên bi xwîna şehîdan hatine afirandin dê heta hetayê bi hemû rêbazên pêwist bên parastin û mezinkirin. Meydana bi têkoşînê hatiye afirandin dê bi têkoşînê û bedelan bê parastin. Ji despêk dîroka PKKê heta niha kengî Tevgera Azadiyê ketibe pêvajoya guherîn û veguherînê hind kes, derdor û qaşo rêxistinên marjînal ketine du qurnaztiya, “PKK qediya emê valahiyê dawî bikin” kirin lê her carê Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ji van pêvajoya serkeftî derketin û xwe mezin kirin.
Îro jî Birêz Ocalan û PKK dixwazin xwe ji nûve ava bikin. Derfetên nû yên têkoşînê biafirînin. Ji bo wê bi cesarete mezin gavan diavêjin. Dê di vê pêvajoyê de gavên pir mezin bavêjin û encamên xurt bigirin. Ev rastiya diyalektîka Ocalan û Tevgera Azadiyê ye. Bêguman dê ji fêlbazên vê demê de êrîş dikin jî hesabê bipirs in. Ji bo wê divê herkes baldar be û bizanibe bi çi re ye û li dijî çi ye. Ji bo sibê poşman nebe.