9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Greva karkeran 4 roj in didome

Greva ku karkeran piştî xitimîna hevdîtinên TÎSê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dane desptêkirin, di roja 4an de didome. Karketan gotin ku heta mafên xwe bi dest dixin dê dev ji çalakiyê bernedin.

Hevdîtinên TÎSê yên di navbera DÎSK Genel-Îş ku di şîrketên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê yên ÎZELMAN, ÎZENERJÎ û Egeşehîrê de birêxistinkirî ye û SODEMSENê xitimî bûn. Li ser vê yekê karkeran dest bi çalakiya grevê kiribûn û çalakî di roja 4an de didome. Karkerên li pêşiya avahiya şaredariyê ya kulturparkê kom bûn, dirûşm berz kirin.

Serokê Şaxa Hejmar 2 ya Genel-Îş a Îzmîrê Ercan Gul di çalakiyê de got ku şaredarî hewl dide berê wan û gel bide hev û got: “Li kolanê ser mûçeyên me nîqaşê dikin. Qaşo şaredar dê mûçeyên me ji gel bipirse. Wê demê mûçeyên burokratan jî ji gel bipirsin. Em reqemên zelal aşkera dikin. Lê ew brutê aşkera dikin. Bila şaredarî heqdestê em daxwaza dikn aşkera bike piştre ji gel bipirse.”

Gul, anî ziman ku şaredarî hewl dide wan bêzar bike lê ew ê bêzar nebin, serî netewînin û heta mafên xwe bi dest dixin çalakiya xwe bidomînin.

Serokê Şaxa Hejmar 9 a Îzmîrê ya Genel-Îş’ê Sedat Kenar jî got ku xebata bi temînat ne lûtf e, mafekî sereke yê jiyanê ye.