8 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

    Jin û Rola Wê ya di Çanda Kurdan de

Nezîr Ocek

Bêguman keç û jinên Kurd hem di dîrokê de hem jî di roja me ya îroyîn de, bûne xwediyê çandeke wisa ku navdariya wan li her çar aliyên cîhanê olan daye û bûne sembola berxwedaniya li hemberî hemû desthilatdarên zorbar û pergala baviksalariyê.

 Bêguman bi wayekî şênber tê dîtin, ku nêrîna li jiyan, xweza û her herêma ku bi mirovan hatine avedankirin; di hemû quncikên vê erdnîgariyê de gelek, gel û komên civakî yên cur be cur hene; îcar ên ku ziman, deng û rengên wan jî ji hev cudane hene. Di nav hemû gelan de jî, hizirîn, raman û nêrînên ji hev cihê hene, lê bi şêweyekî wêneyê cîhan û mirovan, ne mîna hev in û wekî hev jî nayên dîtin, lewre her yek ji wan bi têleke pêşiyên xwe ve hatine girêdan, jiyana xwe derbas kirine.  Ew dab û nêrînên ku ji bavkalên wan gihiştiye destê wan, bi vê jî nêzîkatiya wan a rojane diyar dibe, jixwe her ev e ku di hizirkirin û rewişta (karekter) wan de reng vedide. Anku di hemû dem û serdeman de, ew çand, dêlindîz û şopên raboriyê bûye sedem ku rola mirovan di nav civakê de, tê diyarkirin.

Bi taybet nirxandina li ser keç û jinan, ji dêrîn ve heta roja îroyîn jî, bi heman rê û rêbazê rûdaye, çêbûye. Bêguman gelek gel û netewe hene, ku rol dane keç û jinên xwe û jiyana wan azad hiştine da ku keç û jinên wan bikaribin bi awayekî azad xizmeta gel û welatê xwe bikin. Lê li dijberê vê jî, gelek gel û netewe hene, ku di çanda wan de jin bênirx, kêm tê dîtin, bi vê sedemê jî,  jin tê binpêkirin bê maf tê hiştin, ev rêbaz di çanda gelek gel û neteweyan de niha jî bi awayekî şênber li ber çavan tê dîtin. Bi taybet nêrîna wan gelan a der barê jinê de bi çavê bazirganî û zewqawergirtina ji bedena jinê, di cîhana kevnar û ya hevdem de jî, di bi nav û nîşanên cihê de, hê jî kara ye û berdewam e.

Li vir dixwazim çanda Kurdan û ya hin gelên din di dîrokê de, ka Kurdan û gelên din çi rol ji aliyê siyasî û leşkerî ve dane jinê berawirdê hev û du bikim.

Bo nimûne di sedeya şeşê berî zayînê û pêştir de jî, babîliyan, keçên xwe dibirin li nav bazaran difirotin. Lewre Babîlî gelekî wisa bûn ku jin û keçên xwe qeyd û zincîr dikirin, ew mîna ajelan li bazaran dikirîn û difirotin, her wiha heta sedeya şeşê berî zayînê û pişre jî, helwest û nêrîna wan bi vî awayî li hemberî jin û keçên wan domandiye û jin û keçên xwe bêbandor, bêdesthilat, bêdeng û mîna kenîze û koleyan danûstandin firotinê li gel wan kirine. Bi rastî Babîliyan çandeke pir rezîl, riswa û sosret hebû, lewre dema ku dizaniyan keçên wan mezin bûne, wextê şûkirina wan hatiye, êdî ew keç berbijêr bûne, ew dibirin li nav bazaran, devereke ku mirov lê pir bin, ew keçên gihayî û berbijêr bifiroşin.

Vêca bikir jî, li dora wan keçan dihatin û diçûn, îcar ku kesekî jî wekî simsar, bangewazker, serperiştiya firotinê girtiba ser xwe, wî bangewazkerî ji bo her keçekê, li gorî xweşikahî, bedewî, qeşengî û bal û rûdêma wê, nirxekî cuda ji bo wê raberê bikiran dikir.

Îcar hê beriya zayînê di sedsala 9emîn de û pêştir de jî, keç û jinên Kurd mil bi milê mêran heta mirinê, ji bo ax û welatê xwe şer û ceng dikirin, di dema şer û cengê de jî, keleha piştê ya mêran bûn û her yek ji wan, heta di rola leşkerî de digihiştine radeya generaltiyê jî. Bêguman di wê serdemê de jî, keç û jinên kurdan di civakê de giraniya wan hebû, mil bi milê mêran dixebitîn, şerker û cengawer bûn û xizmeta wlatê xwe dikirin.

Mêrên Kurd, li gorî xweza wan jin, li nik wan pîroz û bi rûmet bûye û di hemû dem û serdeman de jî, jinê pêgeha xwe hebûye, tu wextî kesekî nikariye wê kêm bibîne. Her wiha jina kurd li kêleka xwedayan, xwedawend bûye. Bo nimûne Hêpata hevjîna xweda Teşuba xwedawenda rojê bûye, ku ev jî têgiştina bilind a kurdan derdixe holê û di hemû dem û serdeman de, cihê taybet ji bo jina kurd hatiye dabînkirin. Îcar hebûna wan ya di pêgeha xwedawendiyê de, heta wek leşker û general jî her wekî pêwîstî hebûye. Aha her ji ber vê bû; ku asûrî bi qasî mêran, ji jinên kurdan jî ditirsiyan. Asûriyan, bi vê têgihiştina ku ew şûr, tîr û kevanên ku di destê jinên kurd de tê dîtin, wekî yên mêrên wan, ji xwe re wekî metirsî didîtin. Bi vê sedemê, dema wan êrîşê şahnişînên kurdan dikirin, bêyî ku ferq û cudahiyê bixin navbera jin û mêrên kurdan destê xwe ji keç û jinên kurdan jî nedidan paş û li mêran ew di nav agir de dişewitandin. Bo nimûne beriya zayînê di sedsala 9emîn de, Aşûrnasîpalê duyem, ew qasî ji jîrektiya keç û jinên kurd tirsiyabû; tiştî ku bi serê mêrên Kurd tanî, destê xwe ji kuştina jinan jî nedida paş.

Bêguman şewitandina keç û jinên kurd, ji wê tirsê dihat ku qiralê asûriyan bi çavê xwe didît; ku keç û jinên kurdan, li kêleka mêran şer û ceng dikin û keleh û bajarên xwe bernedidan û ji dijminan diprastin. Îcar, ew wisa ditisiyan, ku heyîn û mayîna keç û jinên kurd, ên ku di şer û cengan de mîna xortên Kurdan têdikoşiyan û li ber xwe didan, ji bo desthilatî û hebûna wan a di herêmê de metirsîdar bû.

Bêguman keç û jinên Kurd hem di dîrokê de hem jî di roja me ya îroyîn de, bûne xwediyê çandeke wisa ku navdariya wan li her çar aliyên cîhanê olan daye û bûne sebola berxwedaniya li hemberî hemû desthilatdarên zorbar û pergala bavilsalariyê.