Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de herî kêm 8 kes hatine kuştin.
SOHRê ku der barê kuştina 8 kesan de agahî parve kirine, da zanîn ku li taxên Erbiîn û Bernawî yên Hemayê komên çekdar ên nenas 2 kes kuştin, li gundewarê rojhilatê Helebê jî di encama şerê di navbera ciwanan de kesek hat kuştin.
Li gorî SOHRê, li gundewarê Humsê jî kesek hat revandin, piştre hat qetilkirin. Li gundewarê rojavayê Helebê jî ji ber teqandina bi şaştî ya çekê kesek hat kuştin.
Heman çavdêriyê da zanîn ku gundê Şelala yê bajarê Holê yê rojhilatê Hesekê kesek kuştî hat dîtin û li herêma Ebû Xeşeb ê gundewarê rojavayê Dêrazorê 2 kes ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.