23 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo bîranîna rojnameger Cîhan û Nazim Klîbek hat çêkirin

Ji bo bîranîna rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ên ku di kanûna 2024an de di encama êrişa SÎHAya dewleta Tirk de li Rojava hatin kuştin, stran û klîba bi navê “Oxir be” hat çêkirin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ji bo bîranîna nûçegihana ajansa ANHAyê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Deştan ên ku di 19ê Kanûna 2024an de li ser rêya Tişrînê di êrişa SÎHAya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, stran û klîbek bi navê “Oxir be” çêkir.

Gotinên stranê ji aliyê hunermend Varon Candemir ve hatine nivîsandin û klîb ji aliyê wî ve hatiye amadekirin. Klîb li Hunergeha Şehîd Zanîn hatiye tomarkirin û montaja wê ji aliyê Welat Seîd ve hatiye kirin.

Berhema “Oxir be” balê dikişîne ser têkoşîna gelê Kurd a li dijî zilm û dijminatiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurdan. Her wiha girîngiya domandina têkoşînê û yekrêziya Kurdî tê diyarkirin.

Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan 19ê Kanûna 2024an dema karê xwe yê rojnamegeriyê dimeşandin, saet di 15.20an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de her du rojnameger jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Hûn dikarin bi rêya vê lînkê li klîbê temaşe û guhdar bikin:

https://www.youtube.com/watch?v=igBikULxcUw&t=2s