28 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan hatibû berdan li warê xwe bi coş hat pêşwazîkirin

Şahîn Altûn ku piştî 30 salan duh hatibû berdan, li warê xwe Agiriyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Altûn, got: “Dil û mejiyê min li ser girtîgehan e.”

Şahîn Altûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan duh hate berdan. Altûn, îro vegeriya bajarê xwe Agiriyê û bi girseyî hate pêşwazîkirin. Altûn ku di 24ê Gulana 1995an de hate girtin û piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan, di têketina bajar de hate pêşwazîkirin. Altûn, ji hêla endam û rêveberên rêxistinên DBP û DEM Partiyê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Altûn ku bi dirûşma “Bijî berwxedana zindanan” hate pêşwazîkirin, kêliyên hestiyar jiya. Altûn, hemû kesên hatine serdanê hembêz kir û got: “Ez bi kelecan û keyfxweş im. Kombûna ewqas kesan ez gelek keyfxweş kirim. Hefsa 30 salan qediya û niha li derve me. Lê belê nîviya dilê min, hizra min li girtîgehê ma. Hêj her tişt neqediyaye. Em jî dê di vê pêvajoya nû de ji bo demokrasî û azadiyê di siyaseta demokratîk de cih bigirin.”

Altûn, bi konvoyeke wesayîtan derbasî mala malbata xwe ya li navçeya Dutaxê bû.