24 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê cih nedan lîstika şanoyê ya Kurdî!

Hat zanîn ku Şanoya Dewletê ya Wanê bi hinceta “Midûr guncav nabîne” eywan neda lîstika bi Kurdî ya "Ma diz yek e!"

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Koma Şanoyê ya Nûpeldayê ji bo lîstika xwe ya bi Kurdî ya “Ma diz yek e!” pêşkeş bike, di 28ê Sibatê de ji Midûriyeta Şanoya Dewletê ya Wanê daxwaza eywanê kir. Koma şanoyê, ji midûriyetê re got ku di 6, 7 an jî 8ê Nîsanê de kîjan roj guncav be dikarin lîstika xwe pêşkeş bikin. Midûriyetê jî ev daxwaz neyînî bersivand. Li ser vê yekê, komê di 27ê Adarê de dîsa serlêdan kir. Vê carê jî ji bo 4, 5 û 6ê Nîsanê daxwaza eywanê kir. Îcar jî bersiva “eywan guncav nîne” dan koma şanoyê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di 4ê Gulanê de lîstika “Jina Serheng (Albayin Karisi”, di 5ê Gulanê de jî lîstika “Ziqîniyên Manewî (Manevî Gicirtilar)” hatin pêşandan. Di 6ê Gulanê de jî ku komê daxwaza eywanê kiribû, tu lîstik nehatin pêşandan. Têkildarî mijarê me bi koma şanoyê re hevdîtin kir û gotin ku serlêdana wan a ewil bi hinceta “Midûr (Ferdî Erkmen) guncav nedîtiye” hatiye redkirin.

Baroya Wanê jî ji bo pêşandana şanoyê kete nava hewldanan lê ev hewldan bêencam man. Rayedarên Midûriyeta Şanoya Dewletê ya Wanê pirsên me yên têkildarî mijarê ne bersivandin û gotin ku dê têkildarî mijarê tu daxuyaniyan nedin.

Ferdî Erkmen ku bi fermana Midûrê Giştî yê Şanoyên Dewletê Tamer Karadagli li Midûriyeta Wanê hatiye peywirdarkirin, beriya niha jî ji bo lîstikên şanoyê yên cuda heman helwest nîşan dabû.

Ji endamên koma şanoyê parêzer Alî Şapkaci, diyar kir ku îdareyê “berpirsyartiya xwe ya bêalîtiyê” winda kiriye û got: “Peywira saziyên mîna vê ew e ku piştgiriyê bidin hunermend û hunerê. Karê wan ne ew e ku ji ber ziman û naveroka wê asteng bikin. Li bajarên din jî li dijî lîstikên şanoyê yên Kurdî heman astengî hatin darxistin. Ev rewş tesadûfî nîne. Ev yek nîşaneya helwesta cihêkar a sîstematîk a li dijî Kurdî ye.”

Şapkaci, axaftina xwe wiha qedand: “Tevî ku ji hêla qanûnî ve Kurdî serbeste jî, bi fiîlî tê krîmînalîzekirin û bi astengiyan re nexuyayî dikin. Pêşiya huner û ziman vekin. Girtina saziyên cemaweriyê yên şanoyê bi zimanê dayika xwe dikin, li dijî rêgeza wekheviya demokratîk e. Ne bi zexta ser Kurdî, bi bêhtir xuyanîkirina wê hûn dikarin ji vî welatî re sûdewer bin.”