23 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê Meclisa Zarokan ava bû

Konseya Bajar a Amedê li ÇandAmedê bi daxuyanîyekê Meclisa Zarokan a Amedê ragihand.

Konseya Bajar a Amedê li dijî binpêkirina mafên zarokan li ÇandAmedê avakirina Meclisa Zarokan îlan kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Konseya Bajar a Amedê beşdar bûn.

Sekretera Giştî ya Konseya Bajar a Amedê Selvî Tunç diyar kir ku ew wekî Konseya Bajêr a Amedê ji bo zarok bi her awayî aktif tev li jiyana civakê bibin, dê Amedê wekî bajarekî bibe hevalên zarokan pênasê bikin. Selvî Tunç, anî ziman ku Konseya Bajêr a Amedê bi daxuyaniyê avakirina Meclisa Zarokan îlan dike û got: “Amed bajarekî pirzimanî û pirçandî ye. Lê li Amedê kêmasiyên ku zarok xwe bi zimanê zikmakî îfade bikin heye. Ev kêmasî hişmendiya zarokan sînordar dike. Em wekî Konseya Bajarê ya Amedê dê xebatên xwe bidomînin da ku zarok di nava li bajareke hevpar, pirziman de bijîn.”