Hevdîtina Jinan a Ked û Çandê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KASEDê ve tê organîzekirin, wê di navbera 23-25ê gulanê de li Qada Şex Sêîd a Dagkapiyê dest pê bike. Hat diyarkirin ku di çalakiya çandê ya bi keda jinan tê lidarxistin de dê standên li ser keda jinan bên vekirin û di çarçoveya bernameyê de dê gelek çalakî û konser bên lidarxistin.
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer der barê bernameyê agahî da. Ozden Gurbuz Sumer, diyar kir ku çalakiyeke bi vî rengî cara yekemîn li Amedê tê lidarxistin, diyar kir ku ev çalakî ji pêdiviyên gelê herêmê pêk tê. Ozden Gurbuz Sumer got, “Ev demeke dirêj e em li taxan û bi rêya navendên jiyanê bi jinan re hevdîtinan pêk tînin. Ji Serokatiya Polîtîkayên Jinê heta xurtkirina aboriya jinê, li qadên ku em bi hev re dixebitin, ji bo xurtkirina aboriya jinan daxwaz û pêşniyar hatin kirin. Me xwest em bi vî rengî bersivê bidin daxwazên jinan ên ji bo pêşandana qada xwe xweser.”
Jin li her qadê hene
Ozden Gurbuz Sumer, diyar kir ku jin li derveyê perwerdehiyê di atolyeyên xwe de dirûtin, tamîrkirin û nûjenkirinê dikin û got, “Jinan daxwaz kirin ku em van bifroşin û gotin ku tiştên ku em bi awayekî kolektîf hildiberînin bên dîtin. Li ser vê yekê me hevdîtineke wiha plan kir. Ev xebat dê di çarçoveya hedîtina kedê de li Amedê bibe ya yekem. Ew ê bibe çalakiyek ku em ê berhemên ku jin bi awayekî komî û bi hevgirtinê hildiberînin û difiroşin. Daxwazên ji bo pêşerojê jî hene. Her wiha em ê bi jinên ku bi awayekî ferdî zêdetir hilberînê dikin re bikin. Şaredariyên navçeyên me jî vî karî dikin.”
Ozden Gurbuz Sumer diyar kir ku wê xebatên wan 3 rojan bidomin û ev agahî parve kir: “Em ê roja Înê danê nîvro standên xwe vekin û ev stand ji raya giştî re wê bên pêşandan. Bi taybetî ji bo hevalên me yên jin me vekir. Lê hemû ked û hilberîn ya jina ye me tenê di warê cih de piştgirî da”
Komxebat dê bên lidarxistin
Ozden Gurbuz Sumer, diyar kir ku wan bername ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirine, anî ziman ku ew ê ji aliyê şaredarî, rêxistinên sivîl, komele û saziyan ve atolyeyan li dar bixin û wiha got: “Em ê çalakiyên wekî atolyeya kolajê ya KASEDê, atolyeya mûmê ku ji aliyê şaredariyên me ve bê lidarxistin, atolyeya tîşortê, atolyeya boyaxê, atolyeya keviran, ji aliyê şaredariyan ve dê bên lidarxistin. Em ê jî saet di 19:00 de ji gel re konserên vekirî bidin.”
Wekî hunermend jî dê Xecê, Eylul Nazlîer û Hediye Kalkan beşdarî çalakiyê bibin û konseran bibin.