23 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Erk û wezîfeya me ye ku meşa wan bi azadiyê tacîdar bikin!’

Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altun spasiya hemû beşdarên taziye, bîranîn û çalakiyan kir û gotin: "Li pêşberî vê xwedîderketina mezin gotinek nîne bê gotin. Dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin."

Di 12ê Gulanê de PKKê bi encamnameya 12emîn Kongerya xwe şehadeta du pêşeng û damezrînerên xwe Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihandibû. Pîştî ragihandina şehadeta pêngên PKKê gelê Kurd li çar aliyê Kurdistan, Tirkiyeyê, Ewropa û li her cihê ku lêbûn taziye danîn û wan bi bîr anîn. Malbatên pêşengên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji bo xwedîkerketina gelê Kurd, hemû beşdarên taziye, bîranîn û çalakiyan bi daxuyaniyekê spasiyên xwe kirin.

Daxuyaniya malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi vî rengî ye: “Di 12ê Gulana 2025an de ji me re hate ragihandin ku ji ferdên malbatên me hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne. Ev yek ne tenê ji bo me, her wiha ji bo her kesên ku şerê azadî û hebûna Kurdan dimeşînin, windahiyeke mezin bû. Li şûna bibin bira, kek û kurek, wan tercîh kirin ku bibin parçeyek ji civakîbûna li Kurdistanê ku her kêliya wê bi ked, xwîn, êş û hêviyê hatiye hûnandin, afirandin. Li şûna vegera li malbatên me, wan xwestin guhertinê bikin. Em jî kirin rêwiyên vê rêya xwe. Ji ber vê yekê êşa me, windahiya me kolektîf e. Bi navê malbatên wan, em navê wan bi serbilindî, bi rûmet radikin.

Wan mîrateyeke gelekî xurt û hêja ji me re hiştin. Baweriya ji bo paşerojeke azad a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û her mirovên li dijî sîstemê têdikoşin. Ji bo vê baweriyê bi cih bînin, îradeyeke xurt afirandin. Wan ji me bêhtir temenê xwe bi hevrêyên xwe yên têkoşînê û civaka ku pêşengî jê re kirin, bihurandin. Lewma bi hevrê û civaka xwe re hîn bêhtir bîranînên wan hene. Li her mala ku li deriyê wê xist, li her cihê ku tasek av jê vexwar, li her warê ku jê re bû mêvan bandor kir, şopa xwe hiştin, ji şopa li malên me bêhtir. Ji ber vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê gel ewladên xwe hembêz kir. Ji Qamişloyê heta bi Silêmaniyeyê, ji Amedê heta bi Torontoyê û bajarê Kolnê yê ku em lê dimînin, bi deh hezaran Kurdan di asteke bilind de xwedî lê derketin û pêşengên xwe bi rengekî hêja oxir kirin. Li pêşberî vê xwedîderketina mezin a gel, gotineke me nîne ku em lê zêde bikin. Lê dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin.

Kurd li her devera ku lê bûn mîna lehiyekê xwedî li nirxên xwe derketin, bi rengekî bêhempa xwe gihandin kok û cewhera xwe, xwestin xwe ji çavkaniya xwe nas bikin û bêne bîranîn. Ev yek nirxekî gelekî hêja ye ku berdêla wê nîne. Ya ku dibe para me ew e, ku em vî nirxî biparêzin, xwedî lê derkevin û zêde bikin. Em ê ji bo vê bijîn, li ber xwe bidin û xurt bin.

Bi vê wesîleyê di serî de malbatên şehîdan em dixwazin spasî û hurmeta xwe pêşkêşî hemû kedkarên tevgera azadiyê û her kesî bikin, ku li ser rêya wan meşiyan û bûn nefes ji me re.

Bi navê malbat û hevrêyên wan em soz didin. Em ê vê kevneşopiya nîv sed salî ku ji Kurdistana Azad re bû hişê jiyanê û bi ked û îradeyê hate avakirin, bi sedan salan dewam bikin. Di vê serdema têkoşînê de weke ku di bîranînên hevpar ên bi deh hezaran Kurdan de jî hate dîtin, em ê dilsozê Rêber Apo, şehîdan û nirxên xwe yên têkoşîna azadiyê bin û bi vî rengî bimeşin.

Şehîd Namirin.”