Hêzên desthilat û mêtînger, her dem li dijî tifaqa gelê Kurd û Tirk, li dijî tifaqa gelê Kurd û Ereb, tifaqa gelê Kurd û Ermen û tifaqa hemû gelên li Rojhilata Navîn lîstik amade kirine û kemîn danîne. Ev hêzên hegomon û sermayedar, ji bo serwerî û mêtîngeriyê pêş bixin û asayî bikin her dem kemîn/xefik danîne û gel li dijî hev dane şerkirin. Wekî dijminên hev dane nişandan.
Li dijî van kemîn û xefikan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya 5emîn de û di gelek hevdîtinên xwe de, bi taybetî di hevdîtinên dawî de balê dikişîne ser tifaqa gelan. Balê dikişîne ser tifaqa gelê Kurd û Tirk. Tifaqa gelê Kurd û Tirk kengî li ku û çima dest pê kiriye. Kê li ku û çima xera kiriye. Dixwaze her kes vê yekê baş lêkolîn bike û wateyê bite vê tifaqê. Herî dawî di peyama xwe ya 18ê Gulanê ku bi rêya Şandeya Îmraliyê bi raya giştî re parve kir wiha dibêje: “Em, xefikên ev têkilî xerab kirine, mayinên hatine danîn yek bi yek paqij dikin, rê û pirên xerabûyî sererast dikin. Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha hiqûqa xwişk-biratiyê heye. Tiştên em dikin, guherîneke mezin a paradîgmayê ye. Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan gelek cuda ye, tişta xera bûyî, têkiliya xwişk-biratiyê ye.”
Rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Xwest civakeke demokratîk ku bi hevre karibin ziman çand, nasname, baweriya xwe bijîn bê avakirin. Xwest civaka ku hemû reng û baweriyên cuda hurmetê nîşanî hev didin û hev xurt dikin bê avakirin. Gelek caran qala Tirkiyeya Demokratîk dike. Herî zêde li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya gelan radiweste.
Ji bo gelên li ser axa Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Anatoliya û Mezopotamyayê dijîn karibin azad bijîn, divê herî her tiştî li wî welatî demokrasî û mafên mirovan hebe. Divê berî her tiştî hevdû qebûlkirin û parastin hebe. Eger li dijî hev dijminantiyek hebe, mirov nikare qala demokrasiyê bike. Cihê ku demokrasî lê tune be, mirov nikare qala azadiyê jî bike. Ji bo demokrasî lê hebe, divê her civak, karibe bawerî, ziman û çanda xwe biparêze û azad bijî. Divê karibe siyaseteke azad bike. Eger civakek nikaribe ziman, çand, bawerî û siyaseta xwe azad pêş bixe, dê nikaribe azad bijî. Cihê ku qedexeya ziman, çand, nasname, bawerî lê hebe, li wir demokrasî tune ye. Cihê ku demokrasî lê tune be, li wir azadî jî çênabe.
Ji bo vê yekê divê kelemên heyî bên paqijkirin. Ev kelem zagon in. Ev kelem qedexe ne. Ev kedem girtîgeh in. Ev kelem talankirina xwezayê ye. Ev kelem astengiyên li pêş ziman, çand û nasnameyê ne.
Ji ber vê yekê ji bo Tirkiye bibe welatê demokratîk, divê herî her tiştî qedexeya li ser azadiya ramanê, qedexeya li ser ziman, bawerî û çandê rakin. Divê di serî de hemû girtiyên ji ber fikr û felsefeya xwe hatien girtin serbest berdin. Divê qedexeyên li ser bajar û zozanan tevan rakin. Divê koçer, rençber, çotkar û karker karibin vegerin war û welatê xwe.
Divê bi zagonan rê li pêşiya perwerdehiya bi zimanê kurdî, erebî ermenî û hemû zimanên li Tirkiyeyê hene bê vekirin. Divê komîsyonek li Meclisê bê avakirin û ev komîsyon hem rêya perwerdehiya bi zimanên zikmakî veke, hem jî di aliyê aborî de butçeyek taybet ji van zimanan re veqetîne. Heta niha ji bo perwerdehiya Tirkî ya li dibistan, lîse û zanîngehan çiqas butçe dihat veqetandin, divê êdî ji bo Kurdî, erebî, suryanî ermenî û zimanên din jî bê veqetandin.
Ji bo vê yekê jî divê di şexsê Kurdan de hemû parlamenterên Kurd, di şexsê ereban de parlamenterên Ereb, di şexsê Suryanan de parlamenterên Suryanî serî li Wezareta Perwerdehiyê bide û bixwaze ku di serdema Perwerdehiya 2025-2026an de li her dibistanên Seretayî û Navîn polên xweser bên vekirin û ji bo wan bi taybetî mamoste bên tayînkirin. Eger ji niha de parlamenter serî li Meclisê û Wezareta Perwerdehiyê bide, Wezareta Perwerdehiyê dikare ji niha de dikare amadekariya tenkîkî û bütçeye bike. Ji bo vê yekê Parlamenterên DEM Partiyê dikarin pêşengiya vê yekê bikin. li ser navê gel dikarin têkevin nava hewldanekê da ku zagon li gorî wê bên guhertin, da ku mufterat li gorî wê bê nûkirin û da ku li gorî wê mamoste bên tayînkirin. Ku gavek ji bo perwerdehiyê, gavek ji bo azadiya girtiyên siyasî û gavek ji bo nasîna statuya gelan bê avêtin, wê demê dê Tirkiye hem demokratîk bibe, hem jî dê bibe wekî stêrkeke geş a li Rojhilata Navîn. Ev hêz û bingeh li Tirkiyeyê heye û DEM partî dikare pêşengiya vê yekê bike.