Van mirovan bi armanc û pratîkên xwe hesabên matematîka tesadufî derbas kirine û mohra xwe li hemû demsalên dîroka gelê xwe dane. Ev mirovên pîroz in û dive bîranînên wan, bi gotinên taybet werin nivîsandin. Gotinên taybet jî, di çand, tore, folklor û nirxên gelan de vaşaretine. Erka nivîskar jî ew e ku van gotinên veşartî bibine. Ji erdnigariya parçekirî, ji ezmanê tarîkirî, Ji demsalên winda û valahiya dîrokê berhev bike, bêjing bike, ji sir û razên tejî xefk û davik rizgar bike bi têgihiştinek gelerî, felsefî û “kelamî Îsmet”warî binivîse (1).
Di jiyana pêxemberên çar olên semawî de şikeft cihên pîroz in. Di jiyana Zerdeşt pêxember de jî çiya, daristan û xweza pîroz in û bi hiquqa îlahî-Yezdanî hatine binavkirin. Her pêxember helbestvanek e, bi gotinên xwe, bi têkoşîna xwe, serdemên kilîtkîrî vekirine û bi armanca vakirina heyamên zêrîn haraket kirine.
Di têkoşîna nîvsedsalê ya gelê kurd de, ciwanên Kurd, di pratîka xwe de, hûzmeyên rojê kirin fanosa paşerojan. Dijminê ku ne tenê erdnîgarî, hewa, baran û berfa welat, ronahiya rojê ya çar demsalan jî dagirkiribû; di aliye civakî de, gotin, ferheng, alfabe, mêjî, ziman, hişmendiya mirov û civakî ya bîstûçarsaetan dagirkiribû.
Di gora betonî de, mirina reş kiribû destînî, hafizeya civakî û çavên dîrokê bi katrana reş dagirtibû. Ne tene teliyên dest, çeng û pîyên xewnên gelê kurd jî şikandibûn, cîhanek bi nexweşiya “sara” avakiribû.
Bêyî ku em bikevin berfirehiya kiryarên şîzofrenîk ên miratzedeyên Îttîhat û Terakî, em werin ser fanosa ku welatê Kurdistanê, civaka kurd, ronî kir. Baş tê zanîn ku keç û kur, di malan de lambeyên paşerojan e! Em vê lambeya li odeyên malan, li ser çiyan weke hûzmeyên rojê dibînin û hemû kîlîmatên welat ronî kirin.
Huzmeyên rojê ku Kurdistan ronî kirin, derî û pencereyên mêjiyê civaka kurd jî vekirin, enerjiya bedena kurd zindî kirin, çavên şerbitî yên civakê derman kirin, katrana reş ji çavan paqijkirin û weke hêzêke têgihiştî, bi bîr û bîrewer derxistin holê.
Her yekî ji wan lehengan, hem bûne stran, hem bûne helbest û destiniya paşerojên Kurdistanê de, bûne pirtûk û di ansîklopediyan wê de cih girtin. Yek ji wan huzmeyên rojê Alî Haydar Kaytan bû! Yek jî, Riza Altin bû!
Min her du leheng, di serdemên gelekî dijwar de nas kirin. Ev serdamên ku Kurdistana hebû, lê dihate mandelekirin de bû. Cîhana ku li ser mîrateyên Mezopotamya rûniştibû, siyaseta redd-î dîrok û projeyên qirêj ên siyasî dimeşandin.
Havîna 1999an, li Med TV, di ketina salona navenda nûçeyan de, ez hevalê Sercan û Alî Haydar Kaytan rastî hev hatin.
Hevalê Sercan, weke her car bi beşûsiyek têr ronahî, em bi hev dan naskirin. Wê demê, her sibeh bi mijarên di rojanmeyan de, MED TV dest bi weşana xwe dikir. Ji bo vê jî her êvar heta sibehê li wir bûm.
Hevalê Alî Haydar Kaytan jî, bi her kesî re eleqedar dibû û her dem pirtûkek di destên wî de hebû.
Li ser sifra xwarinê got; Dijmin, çand, hişmendî toreyên gel kirine “enqaz”, divê em hêzek hunerî, jîr, zana û dijwar nîşan bidin û ji “enqaz”ê keliha zanist û çandê ava bikin. Ev berpirsiyariyek dîrokî ye. Ev jî tene bi riya têgihiştina dîrokî, sosylojî û felsefî dikare pêk were.
Gotinên Alî Haydar Kaytan, gotinên ku ji bo Montaîgne dibêjin, “Ew hişmendî û hewngiriya cîhanê ye,” anîn bîra min. Piştî wê rojê, min ew weke “mirovê wêje”yê binav kir.
Piştre, di dema komploya korsanî li dijî Birêz Abdullah Ocalan hat pêkanîn de; roja ku şopa Rêber Apo kete nava tariyê; ez, hevalê Alî Haydar Kaytan û çend hevalên din li salona xwarinê bûn. Piştî ew heval çûn, ez û ew bi tenê man û wek li girtîgehê, dest meşa kin kir. Got; Serok ketiye destên amerîkiyan.” Min got, te tiştek bihîst yan tu nirxandinê dike.” Got; “Komplo berhemê wan e. Ji bilî Amerîka tu hêzeke din, nikare Serokatî bi vî rengî bigire.” Piştî demekê rawestiya li min nêrî û pirsa, “Tu dibêje, Amerîka wê Serok radestî Tirkiyeyê bike?” Min got, “Amerîka qozên di destên xwe de nade Tirkiyeyê, bawer nakim.” Got, Hêvî dikim ku wisa be, eger li Amerîka bê girtin, piştî çend salan wê azad bibe, eger radestî Tirkiyê bigirin, wê rewş aloz û zor bibe.”
Her cara diçûma çiyayên azad, min hevalê Alî Haydar Kaytan didît, herî dawî, li gel Hevalê Cemîl Bayik, Mustafa Karasu, li ser maseyek seyar û dirêj bi hevalan re me masî xwarin. Weke her demê di destê Hevalê Kaytan da pirtûk hebû. Piştî xwarinê di nava beşûşiyek têr ronahî de got; Ez te dişopînim, min dixwest bi te re biaxivim, lê karê min yê perwerdeyê heye, divê biçim. Eger derfet çêbibin em ê biaxivin.”
Lê derfet çênebûn.
Îro, piştî banga 27ê Sibatê ya Rêber Apo û biryara PKKe, ya di kongreya 12emîn de hat girtin, ji sedî sed bawer dikim ku kilîda rastiya gelan û destiniya gelan, di destên rêber û lehengên gel de ye.
Di rêya dirêj ya azadiya gelan de, helbet û bêguman her leheng qonaxeke cuda ya dîrokî ye. Yek ji van qonaxan jî Rija Altun e.
Roja taştiya pala bû. Li devê deriye ketina Plaza Medya Kurd, li Denderlouwê rastî Riza Altun hatim. Min ew nas nedikir. Hevalên ligel wî ez jî vexwendim taştê û di rê de em bi hev dan naskirin. Em, li ser maseya Hevalê Mordem, Duzgun, Îbrahîm û Mirhêm rûniştin, gotin jî hate ser wêje û hêza medya.
Riza Altun got; “Rêyeke dirêj li pêşiya me heye, divê em vê rê bi hêza wêje û medya ronî bikin. Em nikarin bi mercên îro yên cîhanê xwe asteng bikin. Divê em qaliban bihêrivînin. Rêya vê ronîkirinê jî perwerdeya gel e.”
Hevalê Mordem bi ken ez, Mirhem û Duzgûn îşaret kirim û got; Şagirtîtiya bi “çîle” hatiye derbaskirin, mirovên ehl-î kalem jî zêde bûne û li vir in, kar dikin, dikarin bi vê erkê rabin.”
Min got, “rast e, bingehek madî û manewî hatiye avakirin, lê em li pêşberî “enqazek” dîrokî ne û li mişextiyê ne.”
Heval Riza Altun gotina min qut kir û got; Hevalê Medenî, divê hûn pênûsa şûr bikarbînin û destûrê nedin ku dijmin êdî bikaribe, bi sefaleta asimilayson û derewam gelê me bixapîne. Çima vê dibêjim; ji ber ku Tevegara Azadiyê makro dîroka kurdan, di rêxisitiniya cîvaka nû ya kurd de derxistiye holê. Eger em li mişextiyê jî bin divê em Kurdistanekê ava bikin.”
Di van fotografên kevin de, dem hatiye rawestandin, lê wek min got, her lehengê Tevgera Azadiya kurd qonaxek dîrokî ye û têkiliya wan a bi dîroka paşerojan re wê her dem zindî bimîne.
Ez bi hurmet her du lehengan, Alî haydar Kaytan û Riza Altun bibîrtînim.
1- Gotinên bêguneh, paqij, rast, saf, bi rûmet, pîroz û îfet…