Eşîra Celaliyan her dem li hemberî dagirkeran serîhildaye, di nava berxwedanê de qet li hember dijmin serê xwe xwar nekiriye. Di serîhildana Agiriyê de, li hemberî dewletê, eşîra Celaliyan di pêşengiyaya Birkê Hesikê Tellî, Şex Evdilqadir de şer kirin. Kurdan çi dem tengavî dîtine berê xwe dane çiyayê Agirî. Çiyayên welatê me herdem, mîna çawa ku dayikek li hemberî xeteriyan zarokên xwe parastiye, wisa jî kurdan parastiye heta roja me. Ji bo wê jî li ser her çiyayê Kurdistanê çîrokek hatine gotin. Çiya li cem kurdan pîroz in. Lewra di rojên tengayî de ji kurdan re, hembêza xwe vekirine.
Bavê Çiya, bi eşîra Celaliyan ve girêdayî ji qebîla Gîskî ye. Dayika wî Gelturî ye. “KEKÊ ÇIYA ÎBRAHÎM JIYANA ÇIYA DIKE” Çiya; di sala 1963yan de, li mezra Xidirî li ser gundê Edetî, girêdayî bajarê Îdirê ji dayîk bû ye. Zarokêkî malbatek welatparêz û halê wan navîn e. Zaroktiya wî li gund derbas bûye. Malbateke bihiş, alîkarhez bûn. Pez xwedî dikirin, havîna diçûn zozanan û zivistana jî li deşta Îdirê diman. Çiya du sala şivantiya bavê min kiriye. Pey re salekê şivantiya xizma me Henê Yigit kiriye. Henê Yigit Zozanê wan, li çiyayê Agirî he ye. Çiya têkîliya xwe bi fermandarê gerilayan Bişar re datîne. Demek kurt de soza tevlibûnê dide gruba gerîla. 18.08.1986an de tev li gruba gerîla ya fermandariya Bişar de dibe. 10.05.1994an de, tevî 24 hevalên xwe li Bazîdê nêzîkî gundê Helacê dikevin kemîna dijmin û tev li karwanê pakrewanan dibe.
Sal 1993yan de Çiya, Seyfî û çar gerîla hatibûn gundê me. Dayik û bavê min sê sal bû Çiya nedîtibûn. Bavê min çavên wî nabînin. Çiya û hevalên wî hatin mala bavê min. Gundî hemû hatibûn mal Çiya bibînin. Bavê min bang li Çiya kir got: “Demê gundî çûn tu tenê were cem min, bila hevalên te li oda mêvanan rûnên çend gotinên ku ji te re bibêjim hene.” Çiya gotiye: ” Na bavo ez qebûl nakim ferqa min û hevalên min hebe. Tu dikarî gotinê xwe li cem wan jî bibêjî.’ Dawiyê de, Seyfî dibêje “Heval here cem bavê xwe em ê bêdeng bimînin, binhêre yê ji te re çi bibêje bila bêje.” Çiya dîsa qebûl nake û dibê ez dizanim yê çi bibêje. Seyfî zorê daye Çiya û gotiye: “Bavê te çi dibêje bila bibêje, bila di dilda nemîne.” Bavê me çavên wî nabîne. Çiya çû cem em bêdeng bûn.
Çiya diçe cem bavê min û dibê: ‘Bavo ez hatim tu yê çi bibêjî?
Bavê Çiya: Hevalên te li ku ne?
Çiya: Li odeya mêvanan runiştîne.
Bavê Çiya: Demê şer de xwe pir nede pêş, paşde xwe bigire.
Demê wisa got hemû gerîlla hev re keniyan.
Seyfî: Apo dema şerek derbikeve lawê te pêşiya me gişta serkêşiya şer dike.
Bîranînek wan bi vî awayî çêbûye.
Sala 1993yan de texmîna min Eliyê dirêj tev li Çiya hatibûn Kela Korxanê. Xeber ji me re şandibûn em jî çûn. Dayika Çiya du sal bû kurê xwe nedîtibû. Nava van du sala de çi dabû zarokên xwe, para Çiya veqetandiye daye alîkî. Di wî du salî de çi kom kiribû, pakêt kir da me. Demê pakêta xwe amade dikir hemû neviyê wê jî dorê kom bûne. Neviya pifikek (balon) kirin nava pakêtê. Me pakêta dayika xwe hilgirt çar demjimêran meşiyan. Em rastî grubek gerîla qelebalix hatin. Me ji nobedar re “Em hatine serdaniya Çiya bikin. Hinekî sekinîn Eliyê Dirêj, Çiya, Rojhat, Yasîn, Orhan û yên navê wan naye bîra min grubek qelebalix hatin cem me. Eliyê Dirêj rewşa me pirs kir. Me got: ‘”Em kek û birayên Çiya ne”
Eliyê Dirêj; Ev tiştana dayika Çiya şandiye?
Me got erê.
Eliyê Dirêj: Evan tiştan hemû hevalan belev bike, lê tiştekî jî nedin Çiya,
Hevalên wî hemû pakêt vekirin, xwarin û lixwekirin gişt belav kirin. Dawî de ew pifika zarokan kiribû nav derket, herkes pir keniyan. Eliyê Dirêj pifik dide Çiya “dayika te, ji te re pifik şandiye’ got.
Çiya “ev pifik çiye” got me. Me jî got: “Zarokan kiriye nav’.
Çiya; Dema zivistanê hevalên ji bo min têkin pêkenok. Zivistanê du hefte carê em nav xwe de şahiyekê çê dikin. Her heval hunerê xwe pêşkêş dike. Carna jî kesên şanoger jî skecan çêdikin ewdem yên evê pifika min têkine skeç.
Heval Çiya li nav gundan pir dihate hezkirin. Tim dixwest alîkariya cînara û xizman bike. Ez hinekî sert bûm, carna navbera min û gundiyan de nebaşî derdiket em dibeziyan hev. Çiya dihat bi min re hêrs dibû û digot: “Tu nebaşiyê dikî, dibezî cîranan. Wisa meke, dilê mirovan neşkîne.”
Çiya 10.05.1994an de tevî 24 hevalên xwe nêzîkî kirê Helaca çiyayê Agirî ket kemîna tankan. Xeber dane me, em çûn Bazîdê. Me ye cenazê xwe hilda bibira gundê xwe. Lê dayikek li wê derê bû got: “Hûn çima hevalan ji hevdû diqetînin. Tev de şer kirin xwe kirin gorî jî bo welat. Qet ji hevdû neqetînin bila li cem hevdû razên.”Li ser gotina vê dayikê me cenaze dernexist, gora wî çêkir. Mermerê ber serî de wêneyê wî çêkiribû. Lê mixabin tehemula dewletê tunebû çûne ew wêneyê Çiya xira kirin. Her sal dehê meha gulanê em derin ser gora wî û bibîrtînin.
Rehma xwedê gişka be. Pîro (Turgut Yildiz), Akîf ( Nîzametîn Şik), Rojhat navde grubek mezin hatin nav gund belav bûn. Cirya(erzaq) wan pir bû. Heval Pîro got: “Em ê eşyayê xwe li kerê barkin bibin. Tu jî tev li me were, ji bo kerê şûnde bînî mal.” Ez jî tev li gruba gerîla bûm me berê xwe da hevrazê Gilîdaxê. Em hatin cîhekî du rê ketin pêşiya me. Pîro got em vê rêya han herin, Çiya qebûl nekir. Em di rêya ku Çiya gotiye de çûn. Lê demek şûnde rêya me asteng bû, ker nikarîbû li rê biçûya. Pîro hêrs bû. Eşyayê pişta kerê danîn. Çiya çente û çeka xwe da hevalan serê xwe kire bin zikê kerê da ser stûyê xwe deranî jorê. Hemû heval matmayî man, ku wî ker çawa daye ser stûyê xwe. Me eşyayan carek dinê li kerê bar kir bir noqta hevalan danî. Dû re ez vegeriyam mala xwe.
Carekê jî tev li Çiya, Ahmet Tosun, Ekrem Kayalar, Nîzamettîn Şik nav da şeş heval hatin mala bavê min. Bavê min ji Partiyê fêm nedikir. Ji hevalan re got: “Hûn guneh in, hûn ê herin, werin kuştinê. Di şerê Gilîdaxê de, Birkê Hesikê Teliyê, Şêx Evdilqadir, Şêx Evdirehman û gur Heso çûn hatin kuştin. Dawiya we jî wê wisa bibe.” Çiya destûr ji Ahmet Tosun xwest û got: “Bavo Rêber Apo tovekî wisa çandiye em ê wisa bikin Dewleta Tirk şaş bimîne. Wê bibêje xwedê bela we bide, her tişt were dûrî min herin. Em niha şeş kesin du yan çar salên dinê hejmara me yê bibe şêşt kesî, ya ku ji destê te tê, ji me re dua bike.” Bavê min got: “Ez tim ji we re dua dikim.” Navberê re de du sal bihurî yekîneya Eliyê Dirêj hat Gilîdaxê. Xeber ji me re şandin em çûn seredana wan. Yekîna wan nêzîkî sed gerîlayî hebû. Demê em vegeriyan bavê min got “Gruba wan çend kes bûn?” Min jî got: “Bavo ji şêstî zêdetir bûn, nêzîkî sed kes hebûn.” Bavê min got: “Xelîl çûye tev li wan bûye. Bûye pêxamberekî. Du sal beriya niha got, niha şeş kesin, du an çar sal şûnda em ê ji şêstî derbas bikin gotibû. Lê çawa dizanî”. Min jî wanan wêderê tiştekî çê dikin û dizanin .Bavê min dua kir got: “Xwedê tu wan biparêzî.”
Dema Çiya tev li Partiyê nebibû kamyonek me BMC hebû. Digot: “Ez ê bixwebitim ji te ra kamyonek Ford bistînim.’ Paşê me ji xwe re Kamyonek Ford kirî. Gruba wan wê biçûya Zozanê Sînegê. Ji min re gotin rê dûre tu me bi kamyonê bibî baş dibe. Me ji gundê li Erhac-Qijikê grup girt. Me berê xwe da zozanan. Rêya me gişt hevraz e. Ew û Akîf li şofêr mahaliyê, li cem min runiştine. Min got Heval Çiya ereba min çawaye. Çiya got: “xwedê em derkevin jorê ezê erebê bişewîtînim. Çima em ne birayê hev in? Nêvî ya min, nivê ya we.” Min got: “Bila erebe biqurbana te be.” Di navbera me da ev qisedan jî derbas bû. Em bi gotinê kekê Çiya li vir dawî bikin.
Demê li Kurdistanê gerîlatî pêşdikeve tevlibûn jî zêde dibin. Ciwanên Kurdistanê pêşeroja xwe têda dibînin, ref ref diherikin qadên gerîla. Ew xeyalên şol kirin an jî zewacê ji hişê xwe diavêjin. Ji bo Kurdistanek azad biafirînin dikevin ser rê. Wan ciwanan yek jî Xelîl Yigit e. Xelîl Yîgît şivan e, pezê meta xwe diçêrîne, xeyalên dike şivantiyê de qezenca xwe komî hev bike bizewice û bibe malxuyê malê. Zaroktiya xwe de berxvanî û xortaniya xwe de şivantî kiriye. Lê têkîliya wî bi gerîlayan re he ye. Dema ku gerîla dibîne, bi wan re qise dike, ew xeyalên malbatî zeyîf dibin. Du dil e, difikire destê xwe çawa ji malbatê biqetîne. Bavê wî jî mexdur e, çavên wî jî nabînin. Ew rewşa bavê xwe jî li ser tesîr dike, naxweze bavê xwe di wî halî de bihêle here. Dema gerîla dibîne di bin tesîra wan de dimîne. Dema gerîla diçe dîsa rewşa bavê têye berçavan. Dixwaze mîna welatparêzekî alîkariya gerîla bike. Ev ê rewşa xwe gerîla re dibêje. Dema rewşa Kurdistan û Dewleta Tirk tiştên aniye serê kurdan jê re dibêjin, êdî biryar dide, dest şivantiyê berdide tev li gerîla dibe. Grubek gerîla diçin zoma Henê dibin mêvan. Heta derengiya şevê qise dikin. Henê jinxasek kurdan e tecrubên xwe gerîla re dibêje. Dema ku ji kon derdikevin, xatirê xwe dixwezin Xelîl Yîgît jî bi gerîla re diçe. Henê hinekî disekine dinihêre ku şivanê wan nayê, dikeve gumanan û dibê “lawo hela mêze bikin Xelîl li ku ma? Çima nehat?”. Xelîlê şivan êdî dibe gerîla. Nasnavê xwe dike Çiya. Bi rastî jî mîna çiyakî ye. Şûna çoyê şivantiyê tivingê diavêje milê xwe, êdî gerîlayekî Kurdistanê ye. Bi çîrokên serhildana Agiriyê mezin dibe. Ji çiyan qet peya nebûye. Jiyana wî tim çiyan de derbas bûye. Gemariya Dewleta Tirk nediye, paqij maye.
Demê şerê azadiya Kurdistanê despêdike tesîrek mezin li ser Xelîl Yigit dihêle. Di dilê her xortekî Agirî de, dixwaze bibe yekî mîna Biroyê Hesikê Têllî. Keleşbûna Biroyê Hesikê Têllî, li ser gelen heremê tesîrek mizen hîştiye. Xelîl Yîgît neferekî artêşa Kurdistan, pêşerojê da dibe fermandare kî artêşa Kurdistanê. Xortekî fîzîkî pir xurt bû. Kekê Çiya bîranînên xwe de jî behs kir. Kerê dide ser stûyê xwe derdixist jorê. Ev tişt karê normal însana nîne. Karê pehlewanan e. Rastî jî Çiya pehlewanek bû. Karê pratîgî re her tim amade bû. Dema behsa pratîge bibe Çiya pêşiya gişta derdikeve pêş. Di fedekariyê de rê nade kesekî. Dema çeperan li hemberî dijmin çê dikin, hevalên li cem hela kulingê xwe li erdê nexistine, Çiya çeperek heta navika mirovan kolaye jî û qamuflaja wê jî çêkiriye. Diçê alîkariya hevalên xwe çeperên wan jî çêdike. Cografya baş dinasî rê kurtik li kî derê heye dizanî, di şevên tarî de mirov hevalên pêşiya xwe nabîne, wî bi rehetî cîhên jê bihata xwestin bê qeza û bela grup digîhand cîhên wan. Fermandar e, rênas e û serwêrê grubê ye. Dema rêyên dirêj de nava yekînaya gerîla de kesên biwestin, nikarin li rê herin barê wan jî digirt dida ser çentê xwe, di serda jî dikeve bin milê wan dide meşandin. Moralê dide wan. Bîranînê gerîla dibêje û heta cîhên herin. Her gerîlayek dixwaze li cem Çiya bimîne. Lewra bawerî dida der û dora xwe. Dêmekî giloverî, çavên mezin û diranê wî tim dixuya beşeve dihat, rûken bû. Di dema herî nebaş de jî moralî wî qet xirab nedibû. Mirovekî çiyayî bû. wêrek e çepera herî pêş ew lê ye. Bê tirs û xof diçe ser dijmin. Di vî aliyê xwe de, dişibe Ahmet Kesîp. Zagrosan û Serhedê gerîlatiyê dike. Dibe xwedan azmûnek mezin. PKK xwedan wê qudretê ye, mirovekî şivan tîne, perwerdê didê, dike fermandar. Bibû ruhistînê dijmin. Dijmin dema dibihîst Çiya li wir e, xewa wan direviya. Dizanin Çiyayê li hemberî wan çalakiyan lidardixe. Heta Çiya li wir be, ji dijmin re xew nîn e. Tim di nav tirs û derûniyek xirab de dijîn.
Dehê gulana 1994an de yekîneya Eliyê Dirêj berê xwe daye çiyayê Agirî. Li pêşya wan deşta Bazîdê heye. Lez dikin ku xwe kirê Helacê re bigihînin. Mixabin dikevin kemîna tankên dijmin. Heke eskerê dijmin bi wan re sîng bi sîng şer bikin serkeftin ya gerîla ye. Lê deştê de şerê tanka nabe. Dijmin dinhêre di destên gerîlayan de, sîlaha ku li hemberî tankan şer bike nîn e, raste rast diçe ser gerîlayan. Di encamê de 24 gerîla tev li kawranên pakrewanan dibin. Ji wan gerîlayan yek jî Çiya ye. Çiya bi serê xwe berdêla artêşeke tirkan bû. Dayikên kurdan rondikên xwe li ser cangoriyên Kurdistanê barandin. Di wî dilê wan ê şewitî de, çi hebe hemû dibin helbest. Dayik gişt bi hev re di nava ahengekê de dilorînin. Kesek nikare ber lorandina dayika bisekine. Çiyayê delal tu zû ji nav me çuyî. Enerjî û azmûnên te pir bûn. Te dikaribû li hemberî dijmin bikarbianiya, lê te ev şerazayî, egîdî û mêrxasî bi xwe re bire gorê.
Niha şerê gerîla bi dawî bûye. PKKê xwe guhert, niha êdî li ser wî navî xebat nayên kirin. Ji vir şûn de, ji bo Sosyalîzma Civaka Demokratîk xebat tê meşandin. PKK destê aştiyê dirêjî Dewlata Tirk kiriye. Dewlet vê derfertê çiqas bi cîh bîne nediyar e. Demên pêş de helwesta wan wê diyar bibe. Lê PKK mîsyona xwe lîst. Xwebûnek ava kir. Gelên kurd li xwe xwedî derdikeve. Berê xwe daye azadiyê û gelên cîhanê re dibe nûmîne.
Şoreşa jinan pêk anî. Bi vê têkoşînê re êdî li hemû cihanê jinên kurd bûne wek pêşeng. Bi taybet YPJê bi şerê li dijî DAIŞê navê xwe li hemû cihanê da bihistin. Niha li her beşekî Kurdistan hêzeke jinan heye. Sîstema parastina cewherî hatiye avakirin. Li vir ha bi bîrdoziya jinolojî ve, wê xebatên xwe bimeşîne. Xwezaya xweparastinê heye. Emperyalîzmê ji bo qezenca xwe zêde bikin tebaqa ozonê kun kirine. Cîhan ber bi xirabbûnekê ve diçe. Sîstemek ekolojîk, azadiya jin ve girêdayî û demokratîk were ava kirin. Rêber Apo kurtayî sîstemek konfederalîzm formîle dike. Kurd bi zanebûnê xwe gihandine vê astê û şêwazê.
Çiyayê delal, em ê bîranînên we di Kurdistanek azad de bidin jiyankirin.