5 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî û CHP civiyan

Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re dest pê kir.

Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re dest pê kir.

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tev li şandeyê bûn. Şandeya DEM Partiyê, li Navenda Giştî ya CHPê ji hêla Sekretera Giştî ya CHPê Selîn Sayin Boke, Cîgira Serokê Giştî Meryem Gul Çîftçî û Serokwekîlê Koma CHPê Mûrat Emîr ve hate pêşwazîkirin.

Piştî silavdayinê, şandeyên DEM Partî û CHPê derbasî eywana civînê bûn. Ozel, şandeya DEM Partiyê li ber deriyê eywanê pêşwazî kir. Piştî kişandina wêne û dîmenan, şande derbasî eywanê bû. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî domiya.