Şandeyek ji Meclisa Gel a Mexmûrê ku ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên Wargeha Mexmûrê çûbûn Bexdayê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re qediya, dema ku vedigeriyan Wargehê hatin dîlgirtin.
Di 15ê gulanê de xelkê Mexmûrê li dijî girtina şandeya meclîsê û zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li hemberî xelkê Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan. Girseya gel ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê vedan. Çalakî di roja xwe ya 6emîn de bi biryardarî didome.
Herwiha çalakvanên Mexmûrê diyar dikin ku heta endamên şandeyê neyên berdan û riyên çûnhatinê neyên vekirin wê çalakiya xwe bidomînin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku ji 10ê nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî bikevin wargehê û dîsa rê nade karker biçin Bexdayê ji bo kar. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.