Di Dadgeha Bilind a Eyaleta Bayern (Oberlandesgerich) du endamên DAIŞê hatin dadgehkirin. Dosya der barê fermana ku di 2014an de li Şengalê pêk hat û sûcên li dijî mirovahiyê hatiye vekirin. Rûniştina yekem a dozê duh dest pê kir.
Hevjînên hev ên iraqî Twana H.S. û Asîa R.A di vê dozê de tên darizandin. Ew ji ber ku di salên 2014-2015 an de du jinên êzidî kiribûn kole, destdirêjî li wan kiribûn ji aliyê hêzên ewlehiya Almanyayê ve bi angaşta sûcên jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer û endamtiya DAIŞê hatibûn girtin
Twana H.S û hevjîna wî Asîa R.A di rûniştina yekem de hemû angaşt red kirin û gotin “Em ne endamê DAIŞê ne, bi darê zorê em tev li bûne. Me jinên êzîdî nekirîne. Angaştên destdirêjî û ezayê ne rast in.”
Li ser vê yekê Dadgeha Bilind a Eyaletê biryar da ku di 27ê gulanê de her du jinên êzidî li dadgehê bên guhdarkirin û lêpirsîn bê berfirehkirin.
Di heman demê de li ser navê Komeleya Kurdên Munchenê Hazirwan Abdal daxuyaniyek li ser giringiya dozê da û got ku ew ê bibin şopdarên vê dozê.