PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibastê di 5-7ê gulanê de 12emîn Kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de biryara fesixkirinê û bi dawîkirina hemû xebatên PKKê da. Biryara PKKê di çapemeniya cîhanê de deng veda û gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên cîhanê piştgirî dan biryara PKKê.
Piştgiriya ji bo biryarên PKKê didomin. Têkildarî biryarên PKKê yên di Kongreya 12emîn de Hevseroka ÎHDê Eren Keskînê nirxandin kir. Eren Keskînê, destnîşan kir ku wan weke parêzvanên mafên mirovan her tim çareseriya aştiyane parast û wiha got: “Di şerê li Kurdistanê berdewam dike de bêdengkirina çekan, her dem daxwaza me ya hevpar bû. Ji ber vê yekê di vê pêvajoya ku cîhan ketiyê de, em biryara PKKê pir girîng dibînin. Ji bo aştiyê pir muhîm e. Wekî her dem em tînin ziman ku cewherê meseleyê, ji ber li Tirkiyeyê azadiya ramanê tune ye, mirov nikare bi hêsanî biaxive.”
Meseleya Kurdistanê ye
Eren Keskînê da zanîn ku cewherê meseleyê ne meseleya kurd e û wiha got: “Mesele meseleya Kurdistanê ye. Kurdistan li erdnîgariya 4 dewletan hatiye parvekirin. Her bûyerek li parçeyekî pêk tê. Ev bandora xwe li parçeyên din jî dike. Bêyî ku ev bên niqaşkirin em biryarên PKKê niqaş bikin encam nagire. Siyaseta kurd û tevgera siyayesî ya kurd, rêya xwe guhert. Ji bo têkoşîneke bêtir demokratîk rê hilbijart. Destpêkirina vê pêvajoyê de, eger Tirkiye hatiye vê pêngavê rola geşedanên li Rojava gelek in. Ew bawer dikin ku destkeftiya statuya kurdan a Rojava bandoreke mezin li vir dike û neçarê vê gav avêtine mane. Ji ber vê yekê di hevdîtina bi Birêz Ocalan de li hemberî hev gihiştin hevpeymanekê. Em dibînin li ser daxwaza Birêz Ocalan PKKê xwe derbasî siyasetê kiriye. Ev biryar ji bo mafên mirovan pir girîng e.”
Tecrîd didome
Hevseroka ÎHDê Eren Keskînê, da zanîn ku ew bawer dikin ku ev biryar dê rê veke û wiha pêde çû: “Lê Dewleta Tirk, heta îro, erka ku dikeve ser milê wê pêk neanî. Beriya her tiştî Birêz Ocalan ku aktorê sereke yê meseleyê ye, tecrîda li ser wî didome. Li aliyê din ev tecrîd li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Me ev mesele bi dehan caran anî ziman. Li aliyekî mafên hêviyê tê niqaşkirin. Mafê Hêviyê, li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye alîgirê wê ye, biryar e. Lê vê biryarê pêk naaynin. Li gorî vê biryarê girtiyên ku 25 salan û zêdetir girtî bin, divê ji Mafê Hêviyê sûdê bigirin û bêne berdan. Divê mafê wan ê hêviyê ku hêvî bike dê dîsa tev li jiyana derve bibe hebe. Li gorî biryara DMMEyê ev mafekî mirovî ye. DMME erka pêkanîna mafê heviyê dide dewletan. Lê Komara Dewleta Tirk hîn ev erka xwe pêk neanîye. Bi taybetî Wezîrê Dadê di vê mijarê de daxuyaniyên zelal nedane.”
Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan
Eren Keskînê bal kişand ser xebatên ku Tirkiye bi lez bike û wiha pêde çû. “Ji xeynî vê yekê tiştên bi lez bêne kirin hene. Di serê van mijaran de divê berî her tiştî girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Li gorî rapora ÎHDê li girtîgehan Hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 230 girtî rewşa wan giran in. Bi tena serê xwe nekarin bimînin. Divê ev girtî bi alîkariya hin kesên din bijîn. Mihtacê alîkariyê ne. 230 girtiyên nexweşiya giran hene. Divê berî her tiştî girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Piştî wê divê hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.”
Divê TMK bê rakirin
Eren Keskînê herî dawî bal kişand ser Zagona Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ê û wiha pêde çû: “Ev TMK hiqûqa dijminantiyê ye. Divê TMK bê rakirin û newekheviya di pergala înfazê de bê rakirin. Beriya her tiştî pêdiviya Dewleta Komara Tirkiyeyê, bi Destûra Bingehîn a Demokratîk heye. Lê mixabin ev niqaşên Destûra Bingehîn li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê nayên kirin. Tenê ji bo pêvajoya Serokkomariya Tayyip Erdogan bê dirêjkirin an neyê dirêjkirin, tê kirin. Ev niqaş pir şaş e. Li Tirkiyeyê bi rastî jî dewlet hîn bi destûra ku ji aliyê leşkeriyê ve hatiye avakirin tê birêvebirin. Em her tiştî daynin aliyekî, dewlet li gorî vê destûra leşkerî jî tev nagere. Ji ber vê yekê pêdiviya Tirkiyeyê bi destûra nû ya demokratîk û sivîl heye. Beriya her tiştî vîna siyasî divê xwedî azadiya ramanê û rêxistinê be. Divê hemû astengiyên li pêş azadiya siyaseta demokratîk û rêxistinkirinê bêne rakirin. Divê dest ji pergala Qeyûm berdin. Divê qada azadiya siyasetê bê vekirin.”