20 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê 148 kes hatin kuştin

Di êrîşên 24 saetên dawîn ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 148 kes hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) di êrişên Îsraîlê yên 24 saetên dawîn ên li ser Xezayê de, 148 kes hatin kuştin.

WAFAyê diyar kir ku hêzên Îsraîlê berbanga vê sibehê mala kesê bi navê Ebû Rûs a li bajarê Hemed ê li bakurê rojavayê Xan Yûnisê kir hedef û di encamê de 5 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.

Heman ajansê da zanîn ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê li taxa Mistefawiyê ya bakurê Xezayê li komeke kesên bîr dikolan, xist.

Berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel piştrast kir ku di êrişa hewayî de 8 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûne. Bi vê yekê re hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn de dibe 148.

Hêzên Îsraîlê duh êvarê operasyoneke bejahî li gelek deverên Xezayê dabû destpêkirin.