20 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pîrên Kurdistanê sembola jiyana bi rûmet in

Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Riza Altun sazûmankarên yekemîn ên vê jiyanê bûn.

Evîndarên axa Kurdistanê û jiyana azad bûn. Rêberên dîrokî, civakî, çandî û bawerî yên Kurdistanê bûn. Ew pîrên Kurdistane bûn

 Tevgera Azadiya Kurdistanê kongreya xwe ya 12emîn pêk anî. Çi dibe bila bibe ev kongre dê bibe werçerxeke mezin a dîroka Kurdistanê. Lê mijara me ne nirxandina wate û girîngiya kongreya dîrokî ye. Di pêşerojê de dê encam û wateya vê kongreyê gelek bê nirxandin. Mijara me her du şehidên ku kongre diyarî wan hatiye kirin e. Du pîrên Kurdistanê yên nemir in. Şehid Alî Heydar Kaytan û Şehîd Riza Altun in. Du pêşengên azadiya gelê kurd. Du lehengên tevahiya jiyana xwe ji bo xatirê jiyaneke azad a zarokên kurd bexşandin. Du pîrên tenê rojekê jî ne ji bo xwe ji bo gelê xwe jiyan.

Destpêk, partibûn û mezinbûna PKKê ne tenê ji bo dîroka Kurdistanê, ji bo dîroka mirovahiyê jî rûdaneke dîrokî ya dê heta hetayê bê bibîranîn e. Dîrokeke bi bedelên giran hatiye nivîsandin û destkeftiyên mezin ji bo gelê kurd, bindestan û mirovahiyê afirandin e. Dîrokeke gelê li ber sekeratê rakiriye ser piyan û bi xwîna şehîdan ji nûve vejandiye. Dîrokeke ji tevahiya mirovahî û bindestên cîhanê re bûye hêvî. Dîrokeke bi rûmet, bawerî, fedakarî û hezkirinê dagirtî ye.

Di jiyanê de tiştek bi awayekî ji xweber çênabe. Bi taybetî li Kurdistanê tu tişt bêyî ked, xwêdan, têkoşîn û berxwedanê pêk nayê. Bi bedelên giran û fedakariyên bên dayîn mimkûn e. Ku îro li cîhanê gelê kurd tê nasîn, ji hêla bindestan ve wekî hêvî tê dîtin, dijminê herî hov yê dîrokê aniye asta qebûlkirina kurd û Kurdistanê di saya xwîna şehîdan de ye. Ku îro gelê kurd gihiştibe rûmeta jiyana bi nasnameyeke azad di saya van bedelên giran de ye.

Evîndarên axa Kurdistanê û jiyana azad bûn. Rêberên dîrokî, civakî, çandî û bawerî yên Kurdistanê bûn. Li dijî jiyaneke bi koletî û civakeke kole yek kêliyê guman nekirin û ketin nav şerê azadiyê. Ji miriyan têkoşer afirandin û doza azadiyê meşandin. Bi ked, fedakarî, bîr û baweriya xwe rêya milyonan vekirin.

Birçî man, rêhevalên xwe têr kirin, bêxew man gelê xwe fikirîn, jiyana xwe fedakirin û ewlehiya gelê xwe misoger kirin. Yek rojê rehetî nedîtin. Lê yek carê ji ev yeka gilî nekirin. Tekane derdê wan ew bû ku gelê kurd serfiraz bibe. Bişirîna rûyê zarokekî/e kurd ji bo jiyana xwe feda bikin bes bû. Bi êşên gelê kurd xemgîn bûn, bi kena zarokekî/a kurd bextewar bûn. Wekî derwêşên Kurdistanê tî û birçî bêwestan û bêrawestan xebitîn.

Çawa jiyana her du Pîrên Kurdistanê bû hebûna gelê kurd, şehadeta pîrên me jî dibe domandina vê hebûnê. Di her kevir, her dar, her kulma axa Kurdistanê de xwe helandin û bûn Kurdistan bixwe. Heta dawiya cîhanê her zarokek kurd dema çavên xwe vekirin dê dar, kevir, pel, kulîk, ax û ava Kurdistanê de Pîrên Kurdistanê û artêşa şehîdan bibînin. Ew bûn Kurdistan û Kurdistan bû Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Rîza Altun.

Em çîqas ji Pîrên Kurdistanê û artêşa şehîdan hez bikin, em dê ew qas ji Kurdistanê hez bikin. Em çiqas girêdayî Pîrên Kurdistanê bibin em ê ewqas girêdayî Kurdistanê bibin. Em çiqas Pîrên Kurdistanê bi bîrbînin em ê ewqas bibin welatparêz, mirov, şoreşger. Êdî pîvana hebûn, azadî, jiyana bi rûmet, welatparêziyê meşa li ser şopa Pîrên Kurdistanê Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Riza Altun e. Gava yekemîn jî xwedî lêderketina têkoşîn û nirxên afirandinê ye.