Kongreya 12emîn a awarte ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nav şertên ewlehî û siyasî yên zehmet de, di navbera 5-7ê Gulana 2025an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat.
Kongre di dema êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk, dorpêçkirina qadên PKKê û ambargoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hate lidarxistin. Ji ber sedemên ewlehiyê, kongre li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû ku ev yek nîşan dide ku PKK di bin zexteke mezin de pêkhateya kongreyê kom kir. Bi tevahî 232 delege beşdarî kongreyê bûn ku ev nîşan dide tevger ji bo li darxistina kongreyê çiqas bi biryardarî tevgeriyaye.
Kongreya 12an a PKKê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan, a “Aşîtî û Civaka Demokratîk” ku di 27ê Sibata 2025an de kiribû, pêk hat. Ev bang ji bo kombûna kongreyê û biryarên wê xwedî girîngiyek mezin bû.
Di kongreyê de ji bilî biryara fesixkirina PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, gelek mijarên din jî bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Kongreyê rola dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên têkoşîna azadiyê û gaziyan nirxand ku ev yek wekî bingeha îdeolojîk û manewî ya tevgerê hate destnîşankirin. Her wiha di kongreyê de hate eşkerekirin ku PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Bi taybetî di şikandina polîtîkayên înkar û tunekirina li ser gelê Kurd de gihiştiye armanca xwe.
Bêgûman biryara fesixkirina PKKê û dawîanîna têkoşîna çekdarî wekî gaveke dîrokî ye. Tevgera Azadiyê vê biryarê ne weke dawîanîna têkoşînê, weke despêkeke nû dinirxîne. Biryara fesixkirina PKKê ne tenê ji aliyê gelê Kurd ve, ji aliyê welatên rojavayî û rêxistinên navneteweyî ve jî wekî destpêka pêvajoyeke aştî û çareseriyê ya pêbawer hate nirxandin.
Tevgera Azadiyê di çarçoveya banga Rêber Apo de erk û berpirsiyariya dikeve ser milê wê bi layiqî pêk anî û eşkere kir ku ew alîgirî pêşxistina çareseriyeke bi rûmetin. Bi taybet di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3yemîn de, ku têkoşînên li Rojhilata Navîn bandorê li dînamîkên navneteweyî dikin, biryarên PKKê wekî gaveke ku têkiliyên Kurd-Tirk ji nû ve digre dest hate nirxandin.
Divê bê zanîn ku Kongreya PKKê ji bo pirsgirêka Kurd di zemîna hiqûqî û qanûnî de were çareserkirin xwedî girîngiyeke mezin e. Kongre destnîşan dike ku pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk dikare bê çareserkirin. Ev yek jî daxwazên mafên siyasî û hiqûqî yên Kurdan in. Ji vî aliyî ve biryara fesixkirina PKKê û dawîanîna têkoşîna çekdarî zemîneke xurt ji bo aştiya mayînde û çareseriya demokratîk derfetên mezin pêşkêş dike.
Tevî hemû zehmetî û astengiyan jî PKKê li ser banga Rêber Apo kongreya xwe pêk anî. Piştî kongreyê çavê herkesî li dewleta Tirk û gavên bên avêtin e. Divê were zanîn ku çawa PKK bê şik û gûman li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî tevgeriya, divê dewleta Tirk jî bi heman baldariyê nêzî meseleyê bibe.
Di vir de gava ewil divê dawî li êrişên leşkerî bên anîn. Ji milekî ve banga aştiyê û helwesta PKKê, ji milê din ve êrişên qirkirinê du mijarên ji hev cûda ne. Piştî îlana kongreya PKKê divê dewleta Tirk dev ji vê siyaseta xwe ya qirker û înkarê berde da ku rê li ber diyalog û çareseriya mayinde were vekirin.
Di zîndanên dewleta Tirk de di çarçoveya dijminatiya gelê Kurd de bi dehhezaran girtiyên siyasî û nexweş hene. Tevî gelek ji van cezayê ji bo wan hatiye dayîn temam kirine jî bi hincetên cûda û nêzîkatiyên keyfî azadiya wan tê astengkirin. Divê dewlet mafên siyaseta demokratîk nas bike û garantiyên hiqûqî ji bo çareseriyê peyda bike. Guhertina zagona dij-terorê jî di nav de guhertinên bingehîn pêk bîne.
Ji bo silametiya pêvajoyê û erk û berpirsyarike mezin dikeve ser milê Meclisa Tirkiyeyê jî. Bi taybet ji bo pêvajo di zemîneke qanûnî û hiqûqî de were pêşxistin divê Meclîs bi berpirsyariyeke dîrokî tevbigere û ji bo naskirina mafên Kurdan guhertina destûrê jî di nav de gavên beribiçav bavêje.
Yek ji mijarên ku divê meclîs li ser bi baldarî bisekine jî li hevkirina civakî ye. Bi salan e ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk di nava civaka Tirk de li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê gelek têgînên şaş hatin avakirin. Ji bo derbaskirina van û li hevkirina civakî divê di bin banê meclîsê de komîsyon werin avakirin.
Pêwîst e civak bi hemû pêkhateyên xwe (Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, hwd.) li dora nirxên hevpar bê komkirin. Divê platformên diyalogê werin avakirin ku nûnerên civakî, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tê de cih bigirin, wekî “Însiyatîfa Yekitiyê ” ya li Amedê. Ji bo aştî û lihevhatinê, divê civak ji nirxên xwe yên dîrokî û çandî dûr nekeve. Gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê divê bi awayekî aktîf li vê pêvajoya aştî û demokrasiyê xwedî derkevin, ku ev yek dikare bi rêxistinbûna civakî pêk were.
Avakirina Komîsyona Edalet û Heqîqetê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Komîsyon dikare binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan (weke qirkirin, asîmîlasyon, koçberî) lêkolîn bike û rastiyê eşkere bike. Bi eşkerekirina rastiyan, komîsyon dikare bingeha edaleta civakî û lihevhatinê ava bike, ku ev yek ji bo aştî û baweriyê pêwîst e. Komîsyon dikare wekî amûreke hiqûqî û siyasî kar bike da ku mafên Kurdan di çarçoveya destûrî de bêne misogerkirin.
Di emcamê de em dikarin bêjin ku Kongreya 12emîn a PKKê wekî xaleke werçerxê di dîroka têkoşîna Kurd de hate nirxandin. Vê yekê xebatên rêxistina PKKê bi dawî kir. Lê di heman demê de rê li ber çareseriyeke demokratîk û aştîxwaz a ji bo pirsgirêka Kurd vekir. Di vê qonaxa ku li herêmê bingeha şerê cîhanê yê sêyemîn pêş dikeve de Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo gelê Kurd bigihêje armanca xwe û mefên xwe yên bingehîn bi dest bixe biryareke dîrokî da. Ev biryar ji gelek milan ve despêka qonaxeke nû ye û ji bo gelek pêşveçûnan xwedî girîngiyeke mezin e.
Divê bê zanîn ku PKKê ya ku ji bo azadiya gelê Kurd bedelên pir mezin da, ne mumkun e ku bi biryarên xwe ji vê têkoşînê dur bikeve. Lê dem tên ku divê mirov di rêbazê têkoşînê de guhertinan bike. Di vir de ya girîng ew e ku divê mirov amûr û armancê tevlîhev neke. Armanca PKKê diyar e.