Şano, hunera şêwekariyê ya li ser dikê ye. Ji wexta mirovahiyê bi hunerê re tekildarî pêş xistiye dest pê kiriye. Şano yek ji wê hunersaziyê ye ku tê lidarxistin, bi awayekî zindî rûbirû hemdem de veguhestina hest û gotinan, vê hunerê taybet dike.
Çîrok û gotina li ser dikê, bi temaşevan re tê parvekirin, digihêje kesên dijberî xwe. Ev têgeh jî ne dûrî civaka kurdan e. Nîna di şevbûhêrka de gotina çîrok û metelokan, hunera dengbêjiyê formê muzîkalê di nav xwe de dihebîne. Di civatan de her carê berdevkek zanîna xwe neqil dike. Nîşanî yê li hemberî xwe dide. Rû bi rû dewrî civaka li hemberî xwe dike.
Bi riya şanoyê jî hunermend merama xwe dibêje. Hem bi dimen, hem bi deng huner û daxwaza xwe bi temaşevanan re parve dike. Bi parvekirina rû bi rû jî temaşevan xwe perçekî ji çîrokê dibîne. Di nav performansa zindî de bandora hesta hêsantir tesîr dike. Ken, girî, hêrs, çi hest hebe, hem xwe bi xwe, hem jî di heman demê de bi civakê re parve dike, hîs dike. Bi tecrûbeyek hevbeş bîra kolektîf ava dibe.
Her çiqas em di serdema teknolojiyê de bijîn jî, her tişt bi awayekî bi lez biguherê û şêwazên nûjen bikevin jiyana me jî, hinek têgeh, li ber çavê mirovan bingeh û wate xwe winda bikin jî, hin tişt bi înad hêj li ber xwe didin. Weke şano her dem xwe diafirînin. Ji bo li ser piya bimînin û domdar bikin di nav civakê de, winda nebin, hewldanên mezin didin.
Şanoya Kurdî jî di van salên dawî de bi awayekî berbiçav derket pêşberî me. Sazkirin û konsepta şanoya kurdî derket holê û her roj xwe bêhtir dikemilîne û geştir dibe. Kar û barê serkeftî dike bi zimanê xwe, bi çanda xwe, giraniya xwe dide vê hunera dêrîn.
Êdî em dikarin bêjin şanoya me ji malê ye.
Akademî û komên şanogeriyê serbixwe ava dibin. Lîstik û şanovan zêde dibin. Di nav derfetên kêm de sazkirina bingehên hunerî, ji bo hunerhezan bi qimet û cîhê kêfxweşiyê ye. Dibe ku li gor sinemayê di warê aborî û derfetan de şert û mercên şanoyê pêkantir bin. Ev jî ji bo tercîhkirina şanoyê sedemek e. Bi kar û xebatên tên kirin û dê bên kirin, dê rewşa xwe, pêşketina xwe, hebûn berdewamiya xwe, dîyar bike. Bi demê re, baş û xirab wê ji hev bên veqetîn helbet.
Bi qasî ez derfetê dibînim hewl didim li listikê kurdî temaşe bikim. Gelek kes weke min bi heman niyetê vê yekê dikin. Her carê salon tijî dibin eleqe û xwedî derketinek ji aliyê temaşeyê ve zêde heye. Ev jî barekî girantir dixê ser milê xebatkar û kesên têkildarî huner û şanoyê. Tehm û lezeta hunera bi zimanê xwe, ji bo me destkeftinên nû ne. Lê weke nişeyekê pirsgirêkek din jî di hinek tekst û lîstikan de kêmasiya zimanekî bi rêk û pêk e. Bi bandora asimîlasyonê mixabin hişê me jî diçê ser zimanê tirkî. Ev jî tesîrek xirab dide. Di sazkirina hevokan de di gotina biwêj û qaliban de ev yek xwe dide der. Madem em her tiştî bi îmkanê xwe dikin, gereke di vê hêlê de jî hinekî baldar bin. Piçekî xebat, perwerde û bi giring dayinê; ez bawer dikim ku dê çareser dibe.
Em ji vir berê xwe bidin ser festîvala şanoyê ya ku hefteyên borî li Amedê pêk hat. Bi mazûvaniya şaredariya bajêr di navbera 25 ê Nîsanê û 4 ê Gulanê de festivala şanoyê 10emin hat lidarxistin. Li Çandamed (Navenda Kongreyê ) festîval bi şîara “Çiraya Me Geş Dibe” derket pêş. Bi kargehên perwerdehiyê, li ser mijarên cûrbicûr weke nivîsîn ji bo sahneyê, rejîsorî, performansa jixweber, axaftin û civîn pêk hatin.
Di roja pêşî de bi sînevizyonê şanovanê mezin Bavê Teyar jî hat bibîrxistin. Festival bi pêşkeşiya performasa dansê ‘Palma’ yê, ya ku ji Stenbolê hatibû dest pê kir. Û bi şanoyên pir zimanî berdewam kir. Di bernameya festivalê de bi mêvandariya komên ji bajarê Seqiz, Sine û Silêmanîyê jî hatibûn rengintir bû. Her wiha di nav bernamê de lîstikek bi zimanê ermenkî jî hat pêşkeşkirin. Bi navê Yureğim Daglarda ( Hangartz )
Wekî din lîstikê bi zimanê tirkî, kurmancî û soranî hatin ser dikê. Lê belê kêmasiya kirdkî (zazakî) dihat xuyakirin. Bi tenê li ser nivîsa belavoka hebû.Temaşekirina şanoyê jî bi dawetiyê bê pere hatibû amedekirin.
Dawetiyê lîstikên kurmancî zû diqediyan, eleqeya li ser kurdî bi awayekî berbiçav diyar dibû. Her carê salon tijî dibûn heta ser pêlika cihê rûniştinê nedima. Lîstikê bi kurmacî bi navê Romeo û Juliet (Şanoya Bajarê Amedê), Bekoyê Ewan ( Yeni Sahne) û Kela Dimdimê (Şaneşîn Performans) bûn. Her wiha yên ji rojhilat û başûr beşdar bûbûn Rutbun (Şanoya Goran) Silêmanî, Chonour ( Akedemiya Huner) Sine, û Piromte Le Zincirda (Şanûya Hûman ) Seqiz lê ev lîstika dawî ji ber wefata Sirri Sureyya Onder şeva dawî hate betalkirin.
Yên ji Stenbolê hatibûn bi zimanê tirkî jî Şohret Kapisi ( İstanbul İmpro)
39 Buçuk Basamak (Tiyatro Adam)
Ustat Shakespear (BGST)
Hizmetçiler (Moda Sahnesi)
Ji hefteyekê dirêjtir xelkê bajêr û yên derdorê gelek kes beşdarî festivalê bûn. Şanoger û hunerhêza bi gelemperî eleqeyek zêde nîşan dan. Hefteyek têr û tije bi sedema civîna festivalê hevdîtin, sohbet û civat jî geriyan. Çend rojê bi hunerê re kêfxweşî bû ji bo gel û bajêr. Bi hêviya ev yek berbalvtir û mezintir bibe li her derê welat li bajarê din jî çalekiyê bi vî awayî pêk werin. Sînorê di nav kurda de qet nebe bi têkiliya hunerê ji holê rabin. Çav û dilê me ronî bibe, em jî bibêjin ‘Çiraya me geş dibe ‘ .
Spasiya kesên ked û emeg dan û didin vî karî dikin. Hunera kurdî her dem geş û xurt bibe.