Li Rûbaroka Colemêrgê Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Colemêrgê, nexweşiya tebeqê ya sewalan hat tespîtkirin. Midûriyeta saziya eleqedar ev rewş bi daxuyaniyekê ragihand. Daxuyanî li ser hesabên medyaya dijîtal hate weşandin û hate gotin ku nexweşiyê rê li ber mirina dewar û pez vekiriye.
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiya tebeqê ku rê li ber windahiyên aboriyê yên mezin vedike, di çarçoveya tevdîrên karantînayê yên giştî yên li seranserî bajar de heta fermaneke duyemîn, liv û tevgera hemû sewalan hatiye qedexekirin. Karantîna, tevdîreke zanistî ye ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyê hatiye girtin. Cîbicîkirina van qeydan, ne tenê ji bo sewalên me, di heman demê de tê wateya parastina hawirdor û çavkaniyên me yên debarê jî.”