1emîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) ku li Silêmaniyê bi diruşmeya “Bi Şoreşa Jinan Ber bi Civakek Demokratîk ve” tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Ji çar aliyên Kurdistanê jin beşdarî kongreyê bûn e. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari jî di kongreyê de amade ne.
Bernameya Roja Duyemîn 16ê Gulanê: Gotûbêjên pratîkî û asoyên çareseriyê
Saet di 10:00 – 12:00an de Rûniştina Yekem: Komxebat
Xebatên Jinan (Zehmetî û Derfet)
* Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne? – Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn
* Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de – Umeyme Qutabî û Hanan Osman
*Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan – Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga
* Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest – Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo
Saet di 12:00 – 13:00an de nirxandina encamên gotûbêjên komxebatan
Saet di 13:00 – 13:30î de Navbera çay û qehweyê
Saet di 13:30 – 14:45an de Rûniştina Duyem
Perspektîfa têkoşîna jinan û asoyên çareseriyê li hember polîtîkayên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn
Modêrator: Muna Şamax
* Derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê) (15 deqe) – Ghada Mûsa
*Rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de (15 deqe) – Rûken Ehmed
*Şoreşa jinan weke bersivdaneke li hember pirsgirêkên demê (15 deqe) – Şehrezad El-Casêm
*Rola Pêşeng û Bingehîn a Jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de (15 deqe) – Tulay Hatimogûllari
Saet di 14:45 –16:00an de Gotûbêjên Rûniştina Çaremîn
Saet di 16:00 – 17:30î de Navbera xwarinê
Saet di 17:30 – 19:00an de Şeveke hunerî (her çar aliyên Kurdistanê)