Ji ber êş û elemên vî welatî mejiyê mirov diricifre, dar û kevir ji ber vê zilmê diaxivîn lê zarokên vî welatî bi baweriya xwe ya bêdawî û hêza xwe ya mezin bi xwîna xwe kevirên vî welatî neqişandin
Li warê kaniya derdan, şînahî, êş û elemên vî welatî dar û kevir ji ber vê zilmê diaxivîn û mejî diricifî ji ber êş û elemên vî welatî. Ewr jî welatê min xeyîdîbû. Ji dêvla baranê ve xwîn dibarî, Ji stêrk, gul û sosinên min re nedikeniyan ji dêvla stêrkan guleyan ronahî dikir şevên reş û qirêj. Bi baweriyeke kûr û hêzeke hûr û kûr bi nigên qelişî bi neynûkan li ser keviran bi xwîna xwe neqişandin û jiyana xwe didomandin. Gelek zar û zêç di nava xwînê de man. Ji bo gelê bindest rêber her tim pêwîst e. Her ku mirov dikeve ber çerxa jiyanê vediguhere hestên herî tehl an jî xweşiyeke ku biharan li dilan belav dike, bextewariyeke ku xwe ji çavan dide der. Çavên ku nîşana jiyanê ne ji wî gelî re jî dibe bîra bêbinî û ji tariya wî gelî re dibe çira.
Lê dema ku mirov dikeve ber bayê jiyanê yê barên giran dide ser milên mirov û berê mirov dide serpêhatiyên ku nayên kişandin, rewş diguhere. Di demên wiha de ji nişka ve agir bi her tiştî dikeve, her tişt dişewite, dibe arî yan jî ba û bahozek radibe her tiştî dide ber xwe û ji ber çavan winda dibe. Yan jî di şevereşekê de lehiyek radibe û her tiştî bi xwe re dibe û diçe û hey diçe. Dibe ku wek çiyayekî agirîn ê ku li ber teqînê be yan jî dijberî wê wek çemekî ku di geliyekî kûr de bêdeng û aram ber bi armanca xwe ve biherike. Di kêliyên wiha de tiştekî ku tu bikî tune.
Biryar a jiyanê ye. Ew bi zagonên xwe û li gor dile xwe dimeşe. Xema wê ne tu yî. Ev kêlî kêlî ye ku dike beden ji giyan bizê. Dem dema kirasguherînê ye. Dê kirasê kevn ji ser laş bê avêtin. Lewre ew kiras êdî bûye zindana bedenê. Giyan wê bedenê napejirîne, guherîn divê. Guherîneke tijî êş û jan. Ew kirasê ku hatiye avêtin dê wek qalikekî vala bi ber bayê bikeve û biçe. Tu hêjahiya wî kirasê xwe jî deyne kêlaka xwe nehêle bê wate bimîne. Dê laşekî ciwan û hêzdar bi kirasekî nû derkeve holê. Kêlî ew kêlî ne ku mirov bersiva zagonên jiyanê bide, ji qalikê xwe derkeve, xwe li dû xwe bihêle û bibe xweyekî nû, bi awayekî din bibîne û bimeşe.
Nizane ku ji demsalan bihar e. Dinya germ e. Dil dicoşin, li hêlînên nû, jiyanên nû dest pê dikin, çem û kanî bi xuşexuş diherikin, şalûl û bilbil bêyî ku haya wan ji roj û mehan hebe, dixwînin. Ji her derê jiyan difûre lê yê wî di demsaleke wiha de bêrî, xwezî û daxwazên wî diqurmiçîne, kenê wî di ber de dimîne.
Lê bi wî dilê xwe yê nûhatî ji xerabiyan, ji dafikên şevereşan, ji gurên devbixwîn û rojên giran jî natirse.
Şev û rojên ku li dû hev wek avê diherikîn, ew li gel xwe dibirin, ew avêtine nav deryaya bêbinî, ew xistin nav gerînekên har. Xwestin wî neçar û bi tenê bihêlin. Bi dilê xwe yê ku wek teyrê baz baskên xwe li hev xist di nava zeryayê de dengê xwe bilind kir û wiha got;
“Gelo em li peravên kîjan demsalê ne û berê me li tariya kîjan şevê ye? Min hêza xwe ya jiyanê hîna winda nekiriye. Çavkaniya hêza min a jiyanê hîna geş e, ez ê silaveke jidil bidim çavkaniya hêza xwe ya jiyanê û vegerim. Ew çavkanî hîna di demsalên ku ez berê xwe didimê û di kûrahiya wan de winda dibim de diherikim.
Ku ez a niha vegeriyama û min hêvî û gencîneya xwe ya ku min li dereke efsûnî winda kiribû bidîta, dê çi bibûya! Ku ez bibînim û careke din winda bikim, dê ji bo vî dilê min ê birîndar bibe mirin.