Midûrê Karê Nivîsan a Azadiya Welat (bi KHK’ê hatibû girtin) Îsmaîl Çoban ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “Xerakirina mohrê” û “muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911ê” tê darizandin, 40 danişîna dozê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Çoban ku negirtî tê darizandin, tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Tamûr amade bû.
Dadgehê biryar da ku dosya ji bo amadekirina mutalaayê ji dozgeriyê re were şandin û danişîn taloqî 30ê îlonê kir.