16 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

“Piştî me ji bîr kir ziman, ka emê çi bikin ji Kurdîstan”

Di jiyana her gelî de roj û cejnên taybet hene. Di jiyana gelê kurd de jî 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Jiber ku 15ê Gulanê roja derkevtina Kovara Hawarê ye, ev roj wekî roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin.

15ê Gulanê ji sala 2006an vir ve wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15ê Gulanê roja despêka weşana Kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi kurdiya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê di 15ê Gulanê 1932yan de ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve li Sûriyeyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15ê Tebaxa 1943yan berdewam kiribû.

Celadet Elî Bedirxan di Kowara Hawarê hejmara yekemînda wiha dibêje:

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.

Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Herkesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.

Lewma ku ziman şertê heyînê ya pêşîn e.

Celadet Elî Bedirxan di 26/04/1893 an de, li bajarê Stenbolê ji dayik bû. Neviyê Mîr Bedirxanê Botî û kurê Mîr Emîn Elî ye. Ji malbata Celadet Elî Bedirxan re malbata Ezîzan jî tê gotin. Ji ber ku di sala 1848an de artêşa Osmanî hêzên Mîr Bedirxan têk birin û ew ji welat dûr xistin. Malbata Bedirxaniyan neçar man ku li bajarê Stenbolê rûnên.

Di Şerê 1emîn ê Cîhanê de Celadet Elî Bedirxan di artêşa Osmaniyan de wezîfe girtiye û di eniya Qefqasê de serbazî kiriye. Piştî ku Osmanî di Şerê 1emîn ê Cîhanê de têk diçin Celadet vedigere Stenbolê û dest bi kar û barê xebata netewî dike. Piştî Komara Tirk ava dibe dewleta tirk di sala 1922 an de fermana serlêdana (kuştina) gelek kurdên welatperwer hildide. Di nava van kesan de Celadet jî heye. Piştî vê fermanê Celadet û birayên xwe derdikevine Ewropayê û li wir karê neteweperweriyê didomînin.

Her Kurd dizane ku di dîroka ziman û wêjeya kurdî de cihê Celadet Elî Bedirxan û “Hawarê”cihekî bêhempa ye. Celadet Elî Bedirxan bi derxistina Hawarê re dest ji karên siyasî û polîtîk berda û zêdetir li ser kar û barê ziman rawestiya. Dest avête berhevkirina folklora kurdî û li pey stran, çîrok û destanên kurdî ket.

Du çekên xwe parastinê

Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê pergalê tunekirina kurdan ji xwe re kiribû karê sereke. Celadet Elî Bedirxan ji ber vê polîtîkaya li dijî ziman û çanda kurdî navê kovarê kiribû Hawar û Hawar li gelê kurd dikir. Ji ber vê yekê mirov bi rihetî dikare bibêje ku Hawar çepera li dijî polîtîkaya tirk a pişaftina wê demê ye. Li gorî Celadet Elî Bedirxan şertê parastina hebûna miletekî ziman e. Celadet Elî Bedirxan girîngiya ziman bi van gotinan aşkera dike: “Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin: ol yek ziman dudu. Lê heke ola miletên serdest û bindest yek be, hingî çek yek tenê ye û eger tu zîmanê xwe jî qîmet nediye û bi kar neyînî wê demê tu dimînî bê çek.”

Rexneyên li Kurdan

Celadet Elî Bedirxan di Hawarê de zêdetir li ser netewebûn û bikaranîna ziman rawestiyaye. Lê xwendin, mîna îro di nav kurdan de nepêşketî bû. Piştî ku Celadet Elî Bedirxan dibîne kurd hînî zimanên serdestan dibin û zimanê xwe jî wek yê gundiyan dibînin rexneyên giran li kurdan dike û wiha dibêje: “Kurdno malxirabno! Kuro eyb e, şerm e, fehît e, an hînî zimanê xwe bibin an mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî ji me re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîkê giran e.”

Roja xwedîlêderketina zimanê kurdî ye

Di jiyana gelê kurd de 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdi ye. Jiber ku 15ê Gulanê roja derkevtina Kovara Hawarê ye, ev roj di 2006an de ji aliyê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) ve wekî roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin. Ji bo her gelî nirxên pîroz hene. Ziman yek ji van nirxan e ku hebûna gel bi xwe ye. Netewe dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayînde bikin. Dagirkerên ku xwestine neteweyekê ji holê rakin pêşî qedexe danîne ser zimanê wan. Di her qada jiyanê de zimanê wan tê qedexekirin. Gelê Kurd di teveka dîroka xwe de bi dagirkeriyê re rû bi rû maye lê ji ber ku xwedî zimanekî dewlemen û xwedî bingeheke qewînin nikaribûn vê daxwaziya xwe bi cih bînîn. Gelê kurd bi parastina zimanê xwe, xwe jî parastiye. Neteweya kurd hebûna xwe deyndarî zimanê xwe ye.  Roj roja bilindkirina têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî ye û roja bilindkirina têkoşîna azadiya zimanê kurdî ye.

Ji zimanê xwe hez bikin û bijîn

Zimanê me dîroka me ye. Lewre netewê ku bi zimanê xwe dijî rêveçûna dîrokê jî li ser wî zimanî tê nivîsîn. Hişmendî bi wî zimanî xwe dide der. Ziman di heman demê de rûmete û cûdahiya netewan diyar dike. Çanda netewan jî di zimanê netewan de xwe dide der. Heke neteweyek bi zimanekî cuda hewl bide çand, wêje, folklora xwe û heta çîrok û stranên xwe bi zimanekî din vebêje, dê ne tehm tê de hebe ne jî bigihêje armanca xwe. Ji ber wê jî divê em kurd bi zimanê xwe biaxifin, bi xwe bifikirin, bi zimanê xwe ji hev hez bikin, ji zimanê xwe hez bikin û bijîn.

Her erdînîgar bi taybetmendiyên niştecihên li ser dijîn tê nasîn. Ji ber taybetmendiyên neteweya kurd ev erdîngar wekî Kurdistan tê zanîn û nasîn. Yek ji van taybetmendiyên diyarker jî ziman e. Zimanê kurdî, çand û jiyana kurdî Kurdistanê dike Kurdistan. Heke em bi zimanê xwe neaxivin û nejîn dê li holê Kurdistan jî nemîn e. Dê serdest jî bi hêsanî dikaribin bêjin; “bajarê kurdan tune”û dîsa wê bêjên; “Kurdistan kuder e”belê gotina herî di cih de û bi wate dîsa pêşiyên me gotine “Piştî me ji bîr kir ziman, ka emê çi bikin ji Kurdîstan”