16 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnameger Çoban biryara beraetê hate dayin

Dadgeha Îstînafê, ji bo rojnameger Îsmaîl Çoban ku ji ber agahnameya rêveberiya girtîgehê desteser kiribû 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, biryara beraetê da. 

Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa T a Tarsus a Mêrsînê di 19ê Îlona 2019an de bi ser qawîşan de girt û dest danî ser agahnameya Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat (Bi KHK’ê hatibû girtin) Îsmaîl Çoban. Ji ber agahnameya hatibû desteserkirin, rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “li girtîgehê tiştên qedexe xistiye hundir” serlêdana sûc kir. Dozgeriya Komarê ya Tarsusê jî têkildarî mijarê lêpirsîn vekir û îdianameya xwe amade kir. Îdianame ji hêla 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Tarsusê ve hate qebûlkirin. Dadgehê, di danişîna biryarê ya di 11ê Çileya 2024an de 10 meh cezayê girtîgehê da Çoban. Dadgehê, di hinceta biryara xwe de îdiaya “agahname, dokumantera tespîtkirin û nirxandina rêxistinî ya PKKê ye” hate kirin.

Parêzerê Çoban, Resûl Tamûr jî bi sedema ku cezayê hatiye dayin ne qanûnî ye û li dijî usûlê ye, serî li Dadgeha Îstînafê da. Tamur, di serlêdêdanê de got ku nîşeyên di agahnameyê de beşên pirtûkên cuda ne û fikrên xwe jî li agahnameyê nivîsandiye. Tamur, di serlêdana xwe de got ku hêmayên sûc ên manewî çênebûne û xwest cezayê hatiye dayin bê betalkirin.  3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Edeneyê jî serlêdana Tamûr di cih de dît û xwest ku cezayê hatiye dayin were betalkirin. Dadgehê, got ku kiriyara behsa xeberê ya weke sûc hatiye destnîşankirin, di qanûnan de nehatiye pênasekirin û ji bo Çoban biryara beraetê da.