Di xwezayê de guhertin û veguhertin esas e. Li gorî teoriyên zanista kîmyayê û fizîkê tu tişt ji tunebûnê heyî nabe. Tu tişt ji hebûnê jî tune nabe. Her tişt di nava guhertin û veguhertinê de ye. Bi guhertinê re xwe nû dike. Li gorî teoriya Kuantumê jî her tişt zindî ye û di nava tevgerê de ye. Tevger guhertin e. Cihê ku tevger lê hebe zindîbûn heye. Cihê ku zindîbûn lê hebe guhertin û veguhertin lê heye. Bi vê mijara guhertin û veguhertinê dixwazin li ser heqîqeta Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) rawestim.
Çima ez qala vê guhertin û veguhertinê dikin. Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de manifestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Qala guhertin û veguhertinê kir. Xwest êdî her kes xwe biguherîne û her kes xwe bi rêxistin bike û ji nûve ava bike. Bang li PKKê kir û xwest kongreya xwe pêk bîne. Bang li dewletê kir û xwest şert û mercên hiqûqî û siyasî ava bike. Bang li hemû partî û saziyên siyasî û civakî kir û xwest berpirsiyariyê bidin ser xwe. Xwest li gorî pergala Civaka Demokratîk û Jiyana Sosyalîzmê xwe bi rêxistin bikin. Dema qala vê yekê dike sedema avabûna PKKê tîne ziman. Çima PKK derket holê. PKK di çi şert û mercan de derket holê. Çima pêdivî bi şerê çekdarî dît. Îro çima divê xwe biguherîne û veguherîne. Şert û mercên cîhanê çine? Rêber Abdullah Ocalan di manifestoya Newroza 2013an de jî û di banga 27ê Sibatê de jî sedema vê yekê vegot.
Di şertên înkar û îmhaya li ser gelê Kurd zêde bû de, Rêber Abdullah Ocalan tevî 21 hevalên xwe, bi giştî 22 kesan li Gundê Fîsê tovê PKKê bi Kongreya Yekemîn avêt û PKK ava kir.
PKK bû koka hebûna gelê Kurd. Bû tovê hebûn û jiyanê. Zîl û rehê xwe berda nava axê û ajda. Kok û rehê xwe berda nava axa Kurdistanê. Reh û kokên xwe, ji av û axa rûbar, çiya, newal, zozan û geliyên çar parçeyên Kurdistanê xwedî kir. Her ku rehê xwe berda nava axê, şaxên wê mezin bûn û li çar aliyên Kurdistanê belav bû. Ji çar aliyan re bû sîwan û star. Pelên wê oksijen da mirovên çar aliyê Kurdistanê. Team û fêkiyên wê ruh, mejî û bedena mirovan geş kir. Tovê ku 47 sal berê li Gundê Fîsê ket axê tevî hemû êrîş û astengiyan jîn bû û gelê Kurdistanê jîn kir. Ew tovê 47 sal berê ket axê îro em dibînin ku êdî bûye darek mezin û hemû gelê Kurdistanê û Cîhanê di bin sîwana xwe de diparêze. Duh tov bû îro bûye dar. Duh PKK bû îro bûye Civaka Demokratîk. Civaka Demokratîk li ser vê Koka PKKê bê li cîhanê belav bibe. Çawa ku klan û kabîleyên bi deh hezaran sal berê li dora Çemê Rîfê belavî hemû cîhanê bûn. Îro tovê jiyana azad û civaka demokratîk ku li Gundê Fîsê aj da bi Pergala Civaka Demokratîk li cîhanê belav dibe. Ji ber ku xwe nû dike û diguherine.
Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku pêwiste pêkhateyên herdu aliyan jî (aliyê dewletê û gelê Tirkiyeyê û aliyê Kurdan) li gorî şert û mercan xwe di her alî de nû bikin û xwe ji nûve ava bikin.
Rêber Abdullah Ocalan ji me hemûyan dixwaze ku em li gorî pîvanên pergala sosyalîst, civaka demokratîk û pîvanên civaka ahlaqî û polîtîk xwe nû bikin û xwe bi rêxistin bikin.
Kengî me hemû pêkhateyên ku doza aştî, azadî, demokrasî û edaletê dikin, xwe li gorî van pîvanan bi rêxistin kir û nû kir; wê demê em ê karibin pergala Netew Dewletê jî biguherînin. Wê demê em ê karibin zagonên yek perestî, zayendperestî, olperestî, nijadperestî, dewletperestiyê jî biguherînin. Wê demê em ê karibin bibêjin Tovê ku 47 sal berê hatibû çandin, îro bûye dara mezin û hemû gelên cîhanê di bin şaxên xwe de diparêze. Ji bo vê yekê divê êdî em hem xwe û hem jî derdora xwe li gorî pîvanên Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê jiyana komunal bi rêxistin bikin û ava bikin. Divê êdî em li her derê meclisên kolan, tax, gund, navçe û bajaran ava bikin. Divê em van meclisan li gorî pîvanên Civaka Demokratîk bi rêxistin bikin û têxin xizmeta civakê. Êdî dema avakirina meclisên Tax û Gundan e. Em li van meclisan ziman, çand, beden, hiş û hemû nirxên xwe biparêzin û pêş bixin.