Di van demên dîrokî de ku em behsa aşitî û wekheviyê dikin, divê gava herî bi lez û bez naskirina statûya zimanê kurdî be. Ji bo ku em stranên aştî û wekheviyê bistîrin, ji bo ku agirê xweşk û biratî û wekheviyê vêkeve û carekî din civak asê nebe dem dema fermîbûyîna zimanê kurdî ye!
Mirov di nava zindiyan de xwedî civakbûna herî mezin e, bêguman sedemên vê yekî jî hene. Mirov, bi hûnera xwe ya têkîlî û kolektîvîzmê bi mirovên din re bûne civakên mezin. Ji destpêka jiyana civakî heta roja me ya îro, me çi derxistibe holê bi saya vê hûnerê ye. Ji gundan hetanî împaratoriyan avakirin û xerakirin, ji îdeolojiyan heta zanistên pozîtîf, ji bo ku van tiştan biafirînin, tiştê ku derfet daye hevfêmkirina tekiliyên di nav mirovan de ye. Mirov çawa hev û du fêm dikin? Ji bo ku hev û du fêm bikin ziman bi kar tînin. Ziman amûra sereke ya fêmkirinê ye. Piştî hevfêmkirinê derfetên bêsînor bixwe çêdibin.
Zimanê ku mirov bi kar tîne; hiş, hest, raman, kesayet û nêrînên wê/î yê li ser her tiştan û li ser pêvajoya fikirîn û bilêvkirina van fikran jî bandor dike. Ji ber ku zimanê mirov ji avabûna kesayetê bigre heta çawaniya fikran û jiyana wî/ê ya temamî teşe dike. Ger tu bixwazî tiştên ku di dilê te de derbas dibin bi lêv bikî, ew bi saya zimên pêkan e. Ziman, fûrîna dil e.
Di destpêkê de fikrekî di mejiyê de çêdibe û ji hin kefgiran de derbas dibe, dibe hevok û paşî bi hilm û tevgerên zimanê dibe dengek û difûre. Heta ku peyvek derkeve û bigihîje hember, pêvajoyekê wisa derbas dibe. Ziman di vê pêvajoyê de xwedî rola herî sereke ye. Fikirîn, rastkirin, veguhestin bi hûnera ziman pêk tên. Ziman çiqas dewlemend be raman jî ewqas tê fikirîn. Wekî nivîskar Wittgenstein jî gotiye; Sînorê zimanê min, sînorê dinyaya min e.
Bi vê teswîrkirinê em dikarin bibêjin cîhana ku di hûndirê mirov de heye û mirovan dike xwedan kesayet, ziman rasterast lê bandor dike. Mirovekî bi zimanê xwe neaxive jî di hûndirê xwe de asê ye. Sedemên vê asêbûyînê jî hene. Eger zimanê te bi salane were qedexekirin helbet tu yê asê bimînî, bifetisî, bifikirî lê nikarî bi lêv bikî. Ev rewş dawiya dawî te bike mirovekî şermok, sist û bêbawerî. Fermo bikaribe bimeşîne vê jiyana birîndar; bimeşîne! Ji bo ku vê asêbûyîn ji holê rabe divê mirov çiqas astengên pêşiya zimên hene ji wan yek û yek rake. Hem ji bo ku zimanê xwe wenda nebe pê biaxive hem jî ji bo ku zimanê xwe statûyê bi dest bixe têbikoşe.
Di van demên dîrokî de ku em behsa aşitî û wekheviyê dikin, divê gava herî bi lez û bez naskirina statûya zimanê kurdî be. Ji bo ku em stranên aştî û wekheviyê bistîrin, ji bo ku agirê xweşk û biratî û wekheviyê vêkeve û carekî din civak asê nebe dem dema fermîbûyîna zimanê kurdî ye!
Bi vê minasebetê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Mîr Celadet ê gorbihişt û hemû dildarên zimane kurdî pîroz be.
*Kovara Hawar, di dîroka 15ê Gulan a 1932yan de di bin edîtoriya Mîr Celadet Alî Bedirxan de li Şamê bi tîpên latînî hatiye weşandin. Ji ber wê 15ê Gulanê, ji aliyê gelê kurd ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.