Ez di kesayetiya Sirri Sureya Onder de, hemû şoreşgerên xweşik û biratiya gelan parastine û di vê oxirê de canê xwe feda kirine bi bîr tinim û bi gotina, “Hunera bêsiyaset ne huner e, siyaseta bêhuner jî ne siyaset e” dest bi nivîsa xwe dikim.
Demokasî hem hunereke siyasî ye, hem jî siyaseteke hunerî ye. Eger wêje, li welatekî nebe akademiya siyasetê, li wî welatî demokrasî saz nabe. Mînak; Tirkiye û welatên li Rojhilata Navîn in!
Ibn-î Haldûn dibêje; “Gel ji ser ola desthilardaran re ye.”
Rayedarên Tirkiyeyê, paradoksên felsefî yên ku demokrasî li gorî xwe dizayn kirine, çandeke magazine ya herî ketî û qirêj ava kirine. Du sentez pêşxistine; yek, Turk-î Turan e. Du; Turk-î Îslam e. Her du sentez jî, gelan red dikin. “Yek netew” û “yek zimaniyê” esas digirin. Armanca “yek neteweyê” jî, helandina civakan û “turk”kirina wan e.
Lê heta îro, “Turk”bûneke neteweyî nehatiye avakirin. Ne li Tirkiyeyê û ne jî li welatên ku weke “turkî” tên bi navkirin. Jixwe “turk”, di dîrokê de nînin. Temenê “turk-î tûrk” bi Namik Kemal, Ziya Gokalp û Nihal Atsiz dest pê dike. Bi Mustafa Kemal giha lûtkeyê.
Bi kurtî em bêjin; “turk-î turk,” berhemê oryantalistên Ewropayê ye. Mustafa Kemal, di destpêkê de, ji bo komar û demokrasiyê “laîktî” bijart. Lê Îtîhad û Terakiyên wê serdemê, bi taybetî Feyzî Çakmak û Kazim Karabekîr, rê li ber vê hişmendiyê girtin, hem “laîktî” qaduk kirin, hem desturnameya 1921ê berteref kirin. Desturnameya neteweperesiya faşîzan a 1925 amade kirin.
Desthilatdariya AKP/MHP jî, ne tenê “laîktî”, “komar, cemawerî”, nirxên jiyanê tune kirin û di dijminatiya kurdan de, faşîzma sedsalî gihandin lutkeya herî jor.
Îtîhad û Terakiyên wê serdemê, “laîktî”ya ku wek gava bijarte ya ademiyet û şaristaniyê tê qebûlkirin, qaduk kirin, “tûrk-î tûrk” derxistin pêş. Destûr nedan ku alîkariya ji bo avakirina dewleta Enqereyê ya nû dihate şandin, ji bo Bakurê Kurdistanê bê bikaranîn. Tenê yek carê hate xwestin ku fabrîqe-kargehek li Erzinganê bê avakirin, Fewzî Çakmak ew daxwaz jî “weto” kir.
Piştî, salên 1925an, li Tirkiyeyê, ola Îslamê bû şûrê bazirganî û turkbûnê. Ya balkêş ew e ku îro, dixazin mekanîzmeya paradoks a qewîkirina vê tezê, bi kolanên arkeolojîk ve girêbidin. Lê kêmasiyên wan, di aliyê zihniyet, perwerde, civakî, siyasî, aborî, hiquqî, organîzeya sosyolojîk, eskerî, civakî-kooperatîfan, parvekirineke adîl û ahlakî de zêde zêde hene. Ev nirxên mirovî nebin, yan jî kêm binç demokrasî ava nabe.
Em mînaka aboriyê bidin: Aborî raste rast mirovan eleqeder dike. Ji ber ku her cûre amurên afirnerî û berhemdariyê, alet, adawat û makîne berhemê mirov in. Di karanîna van amûran de jî, pêwistî bi mirov heye. Lê eger, berhemên bi van amûrên têne bidestxistin “musawî”, “adîl” neyên parvekirin, çînekê dewlemend bike û çînekê lewaz û feqîr bike, bingeha demokrasî hilweşiya ye.
Em mînaka organize ya hêza çekdar-esker binêrin: Di netewe-dewletan de esker, qişle, organîzeyên herî bi dîsîplîn û biçek in. Tev jî zarokên gel in. Lê eger ev hêza organîzekiri û biçek, li dijî gel were bikaranîn, bingeha demokrasiyê hêrifî ye.
Mînaka polîsan jî bi heman rengî ye. Balkêş e, gel bi bac û bêşan, van hêzan xwedî dike, bi çek, cil û berg û maldar dike, lê ew xizmeta desthilardarî û sermayedaran dikin. General û polîs îxanetê li nanê dixwun dikin.
Mînaka sêyemîn parlamento ye. Hilbijartin şertê nebe nabe yê demokrasiyan e. Parlamenter jî namzêdên gel in û di parlamentoyê de li ser navê gel kar dikin. Eger ev nuner, desturnameya ku weke peymana navbera civakan di çarçoveya demokratîk de amade nekin, qanûnan li gorî desturnameya demokrtaîk çênekin, ew jî xiyanetê li dijî îradeya gel dikin.
Yanî gel welînîmeta esker, general, polîs, burokrat, parlamenter, wezîr û serokkomaran e. Gel koka dara jiyanê ne. Ew ê din jî, çiqil û pelê darê ne. Demokrasî jî ji bo civakan parastina dara jiyanê ye.
Ya balkêş ew ku, di lêkolînên akademisyenên tirk de, behsa demokrasiya Platon û Popper tê kirin, lê di pratîk û vegototinên rayedarên desthilatdarî û dewletê de, ji demokrasiyê bêhtir, “turk-î turk” derdikevê pêş û ev netewya çêkirî, weke derguşa şaristanî û demokrasiyê tê destnîşan kirin.
Îro, bi taybetî di pêngavên çareseriya pirsgirêka kurd de, ya salên 2013 û 2015 û ya dawî ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de, bi navê “Aştî û civaka demokratîk” hate kirin, eşkere bûye ku burokarasiya dewleta Enqereyê, weke aristokratên serdema navîn ya Ewropayê kar dikin, her yekî ji wan bi serê xwe “derebey” in.
Ev zihniyeta ketî di serdema desthilatdariya 22 salan a AKPê de di lutkeyê de ye. Derebey-burokrat, an jî sermayedar, an jî general, ji xîşka Reîs Erdogan derdikevin jî tune dibin.
2 meh di ser banga Birêz Abdullah Ocalan re derbas bûn. Helwesta desthilatdariya Enqereyê û êrişên eskerî, siyasî, edlî û polîsiye, zimanê tê bikaranin, nîşan didin ku feraseta yekparêz dewam dike.
Ev feraset, encama zihniyeta waliyê Enqereyê Nevzat Tandogan, encama zihniyeta Kenan Ewren e. Tişta ku îro em pê re rûbirû dimînin ev zihniyet e. Erdogan jî di her firsetê de “yek-yekan” rêz dike. Eger ev zihniyet, firseta dîrokî ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan derketiye hole têk biçe, dewleta Enqereyê wê di xeşîma tarî ya Erdogan de winda bibe.
Erdogan, weke serkêşê cîhana Îslamî tevdigere, lê zanista sosyokulturel, diyalektîka dîrokî, di “îmamên” dibistanan de erkdar kirine de tune kirine.
Xwe reîsê Misilmanan dibîne lê Peymana Medine înkar dike.
Ev desthilatdarî xwedî îdeala totalîtar e. Li hemberî ku wan lave kir, Abdullah Ocalan jî berpirsiyarî girte ser milên xwe, banga “aştî û civaka demokratîk” kir, lê ew hîna diruşmeya, “yek, al, yek millet, yek dewlet, yek ziman” diqîrin. Ev jî dide xuyakirin ku ew demokrasiyê naxwazin; ev demokrasiya “turk-î turk” dixwazin. Ew “laîktiya laîk” naxwazin ew “laîktiya bi wesayet” dixwazin. Ew wesayet jî “tîrantî” ye, “reîstî” ye!
Baş e, bila bikin, lê sentez û bîrdoza “turk-î turk” jî pêdiviyê bi demokrasiyê dibîne. Eger li Tirkiyeyê zaningeh hebin, eger feylesof di van zaningehan de dersan bidin, di anfiyên zanîngehan de, ciwan li dersên wan guhdarî dikin, dive “zanista siyasî”, “sosyolojî”, “diyaektîka dîrokê”, “demokrasî” li ber çavan bê girtin. Eger dibistanên “Îmam Hatîp” jî serdest bin, di ola Îslamê de “ûmmet” heye. Eger behsa Osmaniyan dikin di sînorê Osmaniyan de Kurdistan û kurd hene.
Lê tovê sed salî yê înkarê, cografaya Kurdistanê, gelê kurd, nasnameya kurd, çanda kurd, folklore kurd, arkeolojiya herêmê de bi zanebûn derbas nabin. Di tercumeyên pirtûkên biyaniyan de jî nav kurd û Kurdistanê radikin û di dewsa wan “turk-î turk” bicih dikin.
Dîsa jî behsa biratiya hezar salî dikin, lê “beka dewletê” kirine bingeha înkarê. Eger dîroka wan hezar sal in, kurd beriya deh hezar sal li vê erdnîgariyê ne. Dema beriya hezar salî hatin, kurd xwedî mîrektî bûn. Ew mîrektî dewlet bûn. Nan û av, cih û war dan êlên wan. Mixabin ew îro îxanetê li wî nan û wê avê dikin.
Akademisyenên tirk jî, di televîzyon û nivîsên xwe de înkarê dikin. Her dem xwe di bin gotinên retorîk de vedişêrin. Ev şerma zanistê ye. Di zanistên felsefî, dîrokî, siyasî, olî û sosyolojîk de, gel, netewe nayên înkarkirin.
Banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, bû efsûn; destpotîzm hat mahkûmkirin.
Desthilatdariya AKP/MHPê jî, bi dexaleta li ber Rêber Abdullah Ocalan, parola ji gelan re azadî, di demokasî de civaka demokratîk, di desturnameyê de laîktî û erêkirina nasnameyên etnîkî û perwerdeya bi zimanê zikmakî, di qanunan de wekevî, di dadweriyê de edalet, di sîstemê de, cemawerî û rêveberiya herêmî, ji îradeya gel re, ji mafên mirovan û ragihandina azad re, ji çanda demokrasî re birêzî, bêyî vegotinên pradoksî, qebûl kirine.
Kurdan tu alternatîf ji bo wan nehiştine û vegera ji van nirxan mirin e.